Cenazeyê Asya Yuksel ber bi Qilabanê ve xistin rê

17:25

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel ya Cizîrê Asya Yuksel a di êrîşên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hosarê hatibû definkirin, ji hêla malbatê ve hat wergirtin, ji bo definkirinê ber bi Qilabanê ve hat rêkirin.

Hevseroka Meclisa Gel ya Cizîrê Asya Yuksel a di êrîşên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hosarê hatibû definkirin, ji hêla malbatê ve li gund hat wergirtin, ji bo definkirinê ber bi Qilabanê ve hat rêkirin. Cenazeyê Asya piştî di jêrzemînên wehşetê de hatibû derxistin, şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û bi îdiaya cenazeyê Azîme Yildizgoren e, ji hêla malbata Yildizgoren ve hatibû wergirtin û li gundê Hosarê ya Cizîrê hatibû definkirin. Lê piştî derket holê ku cenaze ne aydê Azîme Yildizgoren a di heman jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dabû ye û aydê Asya ye, ji hêla malbatê ve hat wergiritn.

Mînakên DNA'yê piştî şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, derket holê ku cenaze ne aydê Azîme ye, aydê Asya ye, li ser vê malbata Yuksel serî li Serdozgerê Komarê yê Cizîrê da û xwest cenazeyê Asya bigire.

Piştî serlêdanê malbata Yuksel çû gundê Hosarê û cenazeyê keça xwe ya di 30'ê Adarê de hatibû definkirin wergir û ber bi Qilebanê ve ketin rê.

(kom/zt)