Mudaxeleyî jinên ji bo Ceren rê girtin kirin
17:56
JINHA
ENQERE - Jinên Enqerê ji bo Ceren Baran a ku duh bişev li Kolana Konur a nêzî Kizilay ê ji aliyê polîsê tîma taybet Batuhan Hergul ve hatî qetilkirin çalakî kirin. Jinên ku Cadeya Meşrutiyetê ji trafîkê re girtin, ji aliyê polîsan ve hatin darbikirin û binçavkirin.
Ceren Baran a 20 salî ku duh bişev li Kolana Konur a nêzî Kizilay ê ji aliyê polîsê tîma taybet Batuhan Hergul ve bi çeka ser wî zîmetkirî hat qetilkirin. Piştî ku Ceren qetilkir Batuhan hewilda xwe bikuje. Jinên ku bertek nîşanî qirkirinê dan, li cihê ku Ceren hatî qetilkirin dest bi nobeta jiyanê kirin. Li tevahiya bajar jin di nava çalakiyan denin. Li gel nobeta jiyanê jinên Dev-Lis ê bi pira li ser Cadeya Meşrutiyetê ve pankarta "qetilkirinên jinan polîtîkin" daleqandin.
Li gel çalakiyên jinan ên tevahiya rojê berdewam kirin, Jinên Ser ruyê erdê jî li ser Cadeya Meşrutiyetê rê ji tirafîqê re girtin. Jinên ku li ser cadê bertek nîşanî qirkirinan dan ji aliyê polîsan ve hatin darbkirin û giritin. Polîsan welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan jî bi darbkirinê girtin binçavan. Li ser mudaxeleya polîsan jinekê jî xwe bi dîrekê ve zincîr kir.
Navê jinên hatin girtin wihane; Elizabette Carcar, Ozge Tekin, Nazli Başak, Selen Haksever.
Di nava jinên hatin darbkirin û binçavkirin de Betul Koca serbest hat berdan.
(zt)