Pêşenga berxwedana Cizîrê Asya di bin stêrkên şevê de hate oxirkirin

08:45

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di jêrzemînên wahşetê yên Cizîrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatîbû qetilkirin, li navçeya Qilebanê ji aliyê hezaran ve bi diruşmayên "Sê jinên azad" ku wasiyeta wî bû hate definkirin. Bavê Asya Abdulkerîm Urun di merasîma cenaze de axivî û anî ziman ku Asya bi berxwedana xwe bû sembola serhildana Cizîrê û wiha got: "Asya keça gelê kurd e û dayika gelê kurd e. Asya ji bo azadiya Kurdistanê heya dawiyê berxwe da. Em bi Asya serbilindin."

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di êrîşên qîrkirinê yên li hember berxwedana rêveberiya xweser a Cizîrê di jêrzemînên wahşetê de hat qetilkirin. Cenazeyê Asya piştî 3 mehan ji gundê Hoserê yê navçeya Cizîrê ku bi şaşitî hatî definkirin ji aliyê malbata we ve hat girtin. Asya li taxa Qilabana Şirnexê cihê çavê xwe li jiyanê vekirî di nava diruşme û tilîliyan de hat definkirin. Ji bo li navçeya Qilebanê definkirina cenazeyê Asya ji aliyê dozgeriya Cizîrê ve desturname jî hat girtin, polîsên Şirnexê ji bo derbas bûyîna wesayita cenaze bû asteng. Li hember astengiyên polîsan cenazeyê Asya li ber pesarê çiyayê Cudî bi konvoyek wesayîtan ber bi navçeya Qilebanê ve kete rê. Li gund û bajarokên li ser riya Qilebanê bi girseyî û diruşmayên "Şehîd namirin" cenazeyê Asya pêşwazî kirin. Cenazeyê Asya li bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê ji aliyê sedan wesayitan ve hate pêşwazîkirin û ber bi navçeya Qilebanê ve rê ketin.

'Min bi diruşmayên 'Sê jinên azad' oxir bikin'

Darbesta Asya li taxa Kalhesnan ya bi alayên PKK'ê hatî xemilandin ser milê jinên hevalên wê birin mala wê û ji aliyê malbata wê ve hate hembêzkirin. Zarokên Asya û dayika wê demek dirêj xwe li darbesta wê werandin û rondik li ser darbestê barandin. Cenazeyê Asya dîsa ji aliyê jinên hevalên wê û dayikên şehîdên tekoşîna azadiyê ve li ser milan bi meşekê girseyî ber bi goristana taxa Çeman ve kete rê. Hezaran welatiyên ku tevlê meşê bûne, bi diruşmeya "Sê jinên azad" ku wasiyeta Asya bû hat definkirin. Piştî li navçeya Sîlopiya qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatin qetilkirin Asya wesiyeta 'Dema ku di oxira berxwedana xwerêveberiyê de biçim, min bi strana sê jinên azad bispêrin axê' li malbata xwe kirîbû. Di meşê de wêneyên Asya ji aliyê dayikên şehîdên tekoşîna azadiyê ve hate hilgirtin û sîroda Çerxa Şoreşê hat xwandin. Her wiha girse bi diruşmayên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Rêheval Asya bêmirine" û "Şehîd namirin" berz kirin û jinên hevalên Asya jî bi tilîliyan heya goristanê meşiyan.

'Asya bi berxwedana xwe tekoşîna azadiyê bilind kiriye'

Li ser goristanê jî merasîmê bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Piştî rêz girtinê demek dirêj tilîliyên jinan li çiyayên derdora navçê veda. Hevserokê HDP'ê ya Qilebanê Mesut Paksoy di merasîmê de axivî û got ku ew di şexsê Asya de bejna xwe li ber sekna hemû kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane ditewînin. Mesut anî ziman ku Asya pêşengiya berxwedana rêveberiya xweser kiriye û wiha got: "Rêheval Asya bi xwîn û berxwedana xwe tekoşîna azadiyê bilind kiriye. Em jî soz didin rêheval Asya û şehîdên serhildanê, em ê tekoşîna wan bi biryardarî bidomînin."

'Em bi Asya serbilindin'

Bavê Asya Abdulkerîm Urun jî despêkê ji girseyê re sipasî kir û wiha axivî: "Asya cane, Asya serhildane. Asya dayika Jîyan e, dayika Şivan e. Asya keça we hemû ya ne, dayika we hemû ya ne. Her yek ji we ji bo me Asya ye. Asya bi berxwedayînê bû sembola serhildanê. Asya ji bo azadiya Kurdistanê berxwe da. Em bi Asya serbilindin. Şehît namirin."

Asya li cem birayê xwe hate definkirin

Piştî axaftinan Asya li goristana taxa Çeman li ber gora birayê xwe Necmettîn Urun ku di sala 1995'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin bi kefîya wê û gulan ve hate definkirin.

Merasîm bi diruşmayan û çepikan dawî bû.

(kom/zt)