Leyla Qasim: Bi mirina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin
09:34
Şengar Biradost/JINHA
XANEQÎN - Hevala Leyla Qasim a zarokatiyê û keça xalê wê Sadiye Alî Ekberiyan di derbarê jiyana wê û bandora wê ya li ser jinan de got: "Timî dixwast li pêşyê bimeşe. Ji bo wê jî bi kinc, ziman û çanda kurdî çu ber darê sêdarê."
Civaknasa têkoşera bi tarzê xebat û jiyana xwe ji bo jinên kurd bûyî çavkaniya îlhamê Lelyla Qasim di sala 1951'an de li gundê Bamîlî yê girêdayî bajarê Xaneqîn yê Başurê Kurdistanê hatiye dinê. Di sala 1958'an de dest bi dibistanê dike. Di sala 1971'an de li gel malbata xwe diçe Bexda yê. Leyla li Bexdayê xwendina xwe berdewam dike. Ew di Fakulteya Wêjeyê de Beşa Civaknasiyê dixwîne. Di salên zanîngehê de têkiliya wê bi rêxistina xwendekarên kurd re çêdibe. Leyla têkiliya xwe bi tevgerên siyasî yên netewî re xwert dike û di nava Yekêtiya Xwendekrên Kurdistanê de rolek pêşeng dilîze. Ji bo ji nêz ve naskirina tekoşîna Kurdistanê diçe hin navçeyên Başurê Kurdistanê û nav refên pêşmerge yan de cîh digire.
Di salên 1970'an de li Başurê Kurdistanê êrîşên rejîmê ser gelê kurd pir dijwarbûn. Leyla di sala 1974'an de li hemberî wan êrîşan dikeve nava romandinan. Li ser zaniyariyên saziya Îstîxbarata Îraqê Leyla Qasim û çar hevalên xwe Hesen Heme Reşîd, Azad Silêman Mîran, Cewad Hemewend û Nerîman Fuad Mestî di şeva 28' ê Nîsana sala 1974'an de ji aliyê hêzên asaiyaş û leşkerên Rejêmê ve li Bexdayê hatin binçavkirin. Di 13'ê Gulanê de darvekirin. Leyla Qasim bi sîroda 'Ey Reqîb' diçe ber darê sêdarê û dibêje; “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez bi vê serbilind im.” Leyla bi van rêzikan hewlesta xwe ya li hember sêdara deshilatan nîşanda. 42 sal li ser darvekirina Leyla re derbas bû, ew sekna wê ya bi bandor a ji bo hemû jinên kurd bûyî çavkaniya cesaretê her diçe mezintir dibe. Li çar aliyê Kurdistanê jinên kurd ên Leyla ji xwe re rênîşander dibînin li ser mîrasî xebat û cesareta wê xwe rêxistin dikin. Hevala Leyla Qasim a zarokatiyê û keça xalê wê Sadiye Alî Ekberiyan di derbarê jiyan û çelengiya wê de axivî.
'Leyla tim dixwest li pêşiyê bimeşe'
Sadiye Alî Ekberiyan keça xalê Leyla Qasim weha behsa dema tekoşîna wê dike: "Leyla ji tiştekî neditirsiya, baweriya wê ew qas xwurtbû ku mirin ne didît. Timî dixwast li pêşyê bimeşe. Ji bo wê jî bi kinc, ziman û çanda kurdî çu ber darê sêdarê. Weke jinek kurd a serhildêr ku serî li ber deshilata rakirî, bi kincên kurdiyên bedew sîroda kurdî xwend." Sadiye anî ziman ku di mal de jî xizim, xwişk û birayên wê hevkariya wê dikirin û weha domand: "Ez jî yek ji wan keçên malbatê bum ku bi wêrê dixebitîm. Ez, xwişka wê ya mezin û gelek keçên dinê em her dem pêre digeriyan. Lê Leyla gelek jîrbû."
Sediye balkişand ser xwedî derketina li têkoşîna wê û weha domand: "Pêwîste ciwanên niha keç û xort tev li têkoşîna Leylayê xwedî derkevin. Ew jî weke Leyla xwedî li welat, ax, çand, ziman, cil û bergên xwe derkevin. Leyla ji bo me mîrasek berxwdanê ya ticarî teslîmiyetê nepejirîne hêlaye. Ew giyan her dem dê xwe bide jiyandin. Weke Leyla yê li ber sêdarî jî wê hîskiribû û gotibû; 'Dê bi mirina min hezaran kurd şiyar bibin.' Niha bi hezaran jinên ciwan li peyî şopa Leyla têkoşîna welat û çanda xwe didin."
'Yekem jina kurd a li ber sêdaran serî rakirî'
Sadiye di dawiyê de ji jinên Başurê Kurdistanê xwest ku tekoşîna xwe li ber çavan re derbas kin û got: "Her sal Leyla Qsim wek yekem jina kurd a hatî darvekirin tê bîr anîn. Heya niha jin xwedî lê derdikevin û xebata jinan niha berhemê keda Leylaya ne. Lê wek pêwîst jin gav ne avêtine. Ez dixwazim jin hîn zêdetir xwe pêşbixin. Ji bo em karibin li ser şopa wan bimeşin û wan bidin jiyan din divê di serî de em jinên Başurê Kurdistanê û jinên hemû aliyên dinê yên Kurdistanê rêxistina xwe hîn zêdetir mezin bikin. Daxwaza Leyla jî ji me evbû. Dema ku em jinên kurd rêxistina xwe mezin bikin wê demê emê li mîrasa Leyla û hevalên wê xwedî derkevin."
(zt)