'Xeta têkoşîna Hozan Mizgîn ji bo tevahî jinan xeta azadiyê ye'

09:35

Gulan Botan/JINHA

RIMÊLAN - Bi wesîleyê 24. salvegara bîranîna Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) Rêvebera TEV-ÇAND'ê Ronahî Kendal diyar kir ku Hozan Mizgîn hem hunermend hem jî fermandara gerîla bû û got, "Keseyatek têr û tijî bu. Ji ber vê yekê jî li her deverê Kurdistanê şopên Hozan Mizgîn hene."

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) hûnermend, şoreşger û fermandarê gerîlayan bû. Hozan Mizgîn di sala 1962'an de li Êlihê ji dayîk bûye. Mizgîn di sala 1980'an de li Tirkiyê piştî ku darbe dest pê dike, tevlî tevgera azadiya Kurd dibe. Hozan Mizgîn ligel xebatê xwe yê şoreşgerî bi deng û afrîneriya xwe yê hunerî salên dirêj xebat dide meşandin. Hozan Mizgîn piştî têkoşînek dem dirêj di 11'ê Gulana 1992'an de li Tetwanê di encama pevçûna ligel artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya 24. salvegera bîranîna Hozan Mizgîn Rêvebera TEV-ÇAND'a bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê Ronahî Kendal nirxandin kir.

'Xeta têkoşîna Hozan Mizgîn ji bo tevahî jinan xeta azadiyê ye'

Ronahî Kendal diyar kir ku xeta têkoşîna Hozan Mizgîn ji bo tevahî jinan xeta azadiyê ye û wiha got, "Meha Gulanê ji bo me Kurda wek meha şehîdan tê naskirin. Hozan Mizgîn di nava tevgera PKK'ê de yekemîn jina hunermend, şoreşger û fermandar bû. Xeta azadiyê û têkoşîna wê ji aliyê jinên Rojava ve tê naskirin. Mizgîn xwedî seknek bi vîn û şoreşgerî bû. Bi felsefe û afrîneriya xwe tevlî jiyanê dibû. Îro jî li ser keda wan em xwe bi rêxistin dikin û şopên keda wan li nav civaka Rojava zindî dikin. Bandora kesayeta Hozan Mizgîn li ser civakê gelek mezine. Mîrateyê têkoşîna Hozan Mizgîn, bi qehremaniya Arîn Mîrkan, Vîyan Peyman li rojava ji nûde zindî bû."

'Rastî û bandora Hozan Mizgîn her dem zindî ye'

Ronahî anî ziman ku Hozan Mizgîn êşên civakê bi stranên xwe diyar dikir û wiha pêde çû, "Em pêşxistina xebatên çand û hûnerê wek misogeriya şoreşa Rojava digrin dest. Erkê me xwedî derketina mîrateyê dîrokiye. Me di konferansa xwe yê TEV-ÇAND'ê de biryarê ketina nava civakê de girt. Biryar bûyîna dengê gele. Di salên borî de Rêber Apo jî gelek girîngî dida xebatên çand û hunerê. Ji ber vê koma berxwedan li Ewropayê avakir. Ev gav li ser dengê Hozan Mizgîn û hûnermendên wiha tovên xebata çandê û hunerê hat avêtin. Hozan Mizgîn her çiqas bi çandê xwe ve girêdayî bû ewqas jî bi artêşbûn û şoreşgertiya xwe ve girêdayî bû. Ji ber di warê manevî û rûhî de yekbûnek hebû, ev yek jî bandorek mezin li ser mirovan avadike. Hozan Mizgîn li Garzanê fermandartiya eylatê kiriye. Hunermend Mizgîn di her qadê jiyanê de xwe têr kiribû, û bi afrîneriya xwe yê jiyanê bi serketibû."

'Em dixwazin xwedî li ked û felsefeya azadiyê derên'

Ronahî bal kişand ser rêxistinbûna xweser û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Rojavayê Kurdistanê 3. konferansa xweser yê TEV- ÇAND'ê pêk hat. Şehîd Mizgîn, Arîn û Peyman ev zanist dan me. Niha jî kar û xebatên me li ser van bingehan tên meşandin. Her wiha amedekariya vekirina akedemiya jinan heye. Ji bo avakirina bingeha hunerî di her warî de me xebat daye despêkirin. Ji xwe di çand û hunerê de ji bo mîhrîcana govendê komên muzîkê, şano xebat tên meşandin. Erka me a serekê ew e ku em li ser şopên van hunermendan bikaribin xeta jin di Rojava de wek bingeh di kesayeta xwe de pêş bixin. Endamên YPJ'ê îro di çeperên şer de xwe îspat dikin ku dikarin parastina vî gelî bikin. Em jî divê bikaribin laîqê keda berxwedêr derbikevin. Çand û huner çawa ber bi azadiye ve diçe bidin nîşandan. Ji bo salvegera şahadeta Hozan Mizgîn du rojan li bajarê Rimelan mîhrîcana govendê pêk tê. Em dixwazin bi van xebatên xwe xwedî li keda wan û felsefa azadiye derkevin."

(rc)