Kujerê Cerenê berpirsên komkujiya li Kurdistanê ye
09:36
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî qetilkirina Ceren baran, jinan şîdeta mêr ya ji Kurdistanê heta Enqereyê dirêj dibe nirxand û got: “Kujerên Cerenê, berpirsên komkujiya Kurdistanê ye.”
Piştî qetilkirina Ceren Baran ku li Enqereyê li Kolana Konur ji aliyê polîsên tevgera taybet hat qetilkirin şûnde bertekên li dijî qetilkirina jinan mezindibin. Piştî ku hat bûn mêrê ku Ceren qetil kiriye li Kurdistanê peywirê dike, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî got: “Li Kizilayê çek teqiyan! Polîsekî tevgera taybet jinek kuşt! Şer şîdeta li ser jinê gur dike. Wek vegera Vîetnamê!” Jinan jî şîdeta li ser jinê ya ji Kurdistanê heta Enqereyê nirxandin.
Xwendekara psîkolojiyê Gulîstan Oz da zanîn ku şerê li Kurdistanê tê jiyîn û hêj didome, di jiyana rojan de jî xwe dide hîskirin û got: “Mêrê serdest yê pergala baviksalariyê, ji ber taybetiyên ku pergalê dayê tahakum zêde kiriye û normal kiriye. Ji ber xwedî van taybetiyan, zilma ku li kesên din dike, ji xwe rewaye. Hewce nabîne encamên ku dertê holê bidarizîne. Ev modeleke mêr ya ku piraniyê erê kiriye û destekê didêyê ye.”
‘Her komkujî di asta dewletê de rewaye’
Gulîstanê da zanîn ku kesê li Enqereyê hezkiriya xwe ya berê qetil kiriye, polîsê tevgera taybet û li Colemêrgê dixebite. Gulîstanê got: “Kujer ji bilî mêrî ku pergala serdest afirandiye, polîsê tevgera taybet û bajarê Kurdan komkujiyên ku dike ji aliyê dewletê ve rewa tê dîtin. Kujer rewabûna di şer de bi kar tîne ji derveyê şer di jiyana rojane de jî bikartîne.”
Gulîstanê bi lêv kir ku ev rastiye ku şer bi leşkeran re, polîsên tevgera taybet re Xerabûna Strese ya Piştî Travmayê (TSSB) derdixe holê û got: “ Lê bandora ku pergala serdestiya mêr li ser mirovan dike, li aliyekê tê hiştin û ji ber vê yekê ez vê kêm dibînim.”
Em bedena tazî ya Ekînê, dengê Cerenê ne’
Ji partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst(SYKP) Fatma Acar da zanîn ku li Rojhilata Navîn şer, li rojava jî tacî û tecawiz, komkujî zêde bûne. Ev jî ispata ku çerx li alî mêr dizivire nîşan dide. Fatma Kujerên jinan û tecawizkar nûnerên vê pergalê ne. Zîhîniyeta tecawizê jinê dike, bedena jinan teşîr dike û jinê qetil dike hemane. Mixabin li Enqereyê zîhniyeta Ceren qetil kiriye hamene. Em jin bedena tazî ya Ekîn Wan, edeleta Çîlemê û dengê Cerenê ne.”
Ece Esmer jî got: “Kujerên Cerenê, berpirsên komkujiya Kurdistanê ne. Dewlet mêre, kujer vê hêzê ji dewletê digirin.”
(hu)