Mamosteyên Jin: Zanabûn çekê parastina jinan e
09:38
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN- Di 4'ê Nîsanê de akademiyeke xweser a mamostiyên jin bi navê Şehîd Baz hatibû vekirin. Di dewreya yekem a perwredeyê de 28 mamoste tevlî bûn, derbarê perwerdeyê de çend mamosteyan nêrînên xwe bi ajansa mera parve kirin.
Yekemîn akademiya xweser a mamosteyên jin a Şehîd Baz li bajarê Rimêlan di 4'ê Nîsanê de bi tevlîbûna 28 mamosteyan hatibû vekirin. Perwerde herî zêde li ser mijarên bîrdozî û şîwayê perwerdehî hat dîtin. Tê zanîn ev yekem care ku akademiyeke xweser ji bo mamosteyan tê vekirin.
'Perwerdeya ku xwe bispêre çanda resen wê mirovê azad biafrîne'
Mamoste Dîlan Xelef derbarê peymangehê û perwerdê de wiha got: "Vekirina peymangeheke xweser a momsteyên jin xwedî giringiyeke mezin e, ev peymangeh di 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Apo de hate vekirin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo azadiya hemû jinan têdikoşe, me xwest ku em rojbûna bi vekirina vê peymangehê pîroz bikin. Armanc ji vê gavê ew bû ku mamosteyên jin hîn zêdetir xwe di milê perwerde û zanistê de xwe xurt bikin. Sîstemên desthilatdar bi hemû rêbazan hewl dane ku hişmendiyek li gorî xwe bi me bidin qebûlkirin û me ji rastiya me dûr bixin. Ji bo avakirina hişmendiyeke azad tevlîbûna perwerdeyan jî bingeh e, perwerdeya ku xwe bispêre çanda resen û azad wê mirovên azad jî bi xwe re biafirîne."
'Zanabûn çekê parastina jinê ye'
Leyla Hisê bilêv kir ku zanabûn çekê parastinê ye û wiha got, "Zanabûn çekê parastina jinan e. Ji bo wê îro min jî wekî gelek mamosteyên jin tevlîbûna xwe ji vê perwerdeyê re da çêkirin. Ev cara yekem e ku peymangeheke xweser ji bo mamosteyan tê vekirin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Jina ku bi hezarê salan bi zor û zilmê re rû bi rû maye îro dikare bi fikir û zanebûna xwe ji vê rewşê rizgar bibe. Encamên vê yekê jî di şoreşa Rojava bi awayekî ber bi çav tê xuyakirin."
'Ji bo pêşrojek serkeftî em dixebitin'
Mamoste Hojîn Ehmed ku yek ji endama vê perwerdeyê ye hestên xwe derbarê vekirina yekemîn peymangeha xweser a mamosteyan de wiha anîn ziman: "Ji bo pêşerojeke serkeftî divê bingeha gav avêtinê jî serkeftî be. Em jî wekî mamosteyên jin li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo ku pêşerojeke azad di nava xwe de dihewîne gavên xwe davêjin. Em jî perwerdekirina nifşên nû ango zarokan esas digirn û ji bo avakirina zarokên zana û xwedî fikrekî azad heya dawiyê em ê di nava kar û xebatê de bimînin."
(hs/rc)