Li Efrînê jin bi komînalî amedekariya dikin

09:39

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Bi hatina heyvên biharê re jinên Efrînê ji niha de dest bi amedekariya zivistanê kirin. Jinên ku ji niha de dest bi amede kariyê kirine gotin heya payîzê ew ê tevahî pêdiviyê xwe pêşwazî bikin.

Di demsala biharê de xweza xwe bi gelek bedewiyan dixemilîne, pêdiviyên jiyana mirovan di hundirê vê bedwiyê de veşartîne. Her wiha jin jî, pir berheman ji bo zivistanê berhev dikin. Kantona Efrînê di vê mijarê de mînak e. Bi hatina biharê re liv û tevgera jinên Kantona Efrînê dest pêdike. Li navçeyê Raco a Efrînê jinan bi piştgiriya hev ji şîrê sewalan berhemên cur be cur amede dikin.

Di biharê de şîrê pez xweştire

Yek ji jinên navçeyê Reco Xemê Xelîl diyar kir ku ew tevî jinên gund li hev dicivin û ji şîrê sewalan amedekariyê zivistanê niha de dikin û wiha got, "Di van rojan de ji ber giya hêşîne û pez baş diçêre, tama şîr jî pir xweş bûye. Ji ber vê em piranî nivîşk, keşk, dopîrke (mastê hişkirî) çêdikin."

Xemê şêwayê çêkirina dopîrkê jî hem nîşanî me kir, hem jî wiha ji mera vegot, "Dest pê kê şîr dikelînim, paşê di alavên şûşe de tê sarkirin da ku ava wê zuha bibe. Şîr di nava paçekî de 2-3 rojan de dimîne û dibe mastê hişkirî. Ji bo ku ev mast demeke dirêj were parastin hinek zeyt dikin ser û li cihekê ku hewaya wê hênik be, tê hilanîn. Em vî mastî radikin heya zivistanê û di mehên sar ên zivistanê dixwin."

(cc/hs/rc)