Bi QSD'ê re li Holê hêviyên jiyanê zindî dibe

09:41

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Piştî ku bajarokê Holê ji hêla QSD'ê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, di 2'ê Gulanê de QSD'ê bang li gel kir ku vegerin cih û warê xwe. Jinên Holê jî kêfxweşiya vegerê anîn ziman.

Piştî demeke dirêj hovîtiya DAÎŞ'ê, bajarokê Holê di 2015'an de ji hêla QSD'ê ve hate rizgarkirin. Li Holê malên gel hatibûn xirakirin, gelek welatî jî hatibûn îşkencekirin. Di 2'ê Gulanê de QSD'ê bang li gel kir da ku vegerin cih û warên xwe. Derbarê rizgarkirina Holê de jinan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

'QSD'ê aramî anî Holê'

Fatma El Elî yek ji jinên Holê ye, da diyar kirin ku piştî rizgarkirina bajarokê wan ji çeteyên DAÎŞ'ê êdî dikarin bi aramî bijîn û wiha dom kir: "QSD'ê piştî berxwedaniyeke mezin karî aramî li Holê pêk bîne, gel bi vê serkeftinê pir kêfxweş bûye. Çeteyên DAÎŞ'ê bi hovîtiyeke heya dawiyê gel îşkence dikir û komkujî pêktanî, nedihişt ku jin ji malên xwe derkevin. Jina ku ev yek qebûl nedikir bi awayekî hovane dihate îşkencekirin. Di nav du salan de gel ji aramî û mafê xwe bêpar bibû, lê piştî rizgarkirina bajarok ji aliyê QSD'ê ve êdî her tişt hate guhertin û careke din jiyan normal tê jiyîn."

'Piştî Aramiyê, divê derfetên kar ji bo jinan pêşkevin'

Sara Mihemed jî rizgarkirina bajarokê Holê li gelê heremê pîroz kir û wiha got: "Bi berxwedaniya Hêzên Sûriya Demokratîk hêviyên jiyanê careke din di dilê me de zindî kir. Piştî aramiyê, em bi hêvî ne ku derfetên kar jî ji bo jinan werin peydakirin. Ji ber ku jin bingeha avakirina civakeke serkeftî û saxlem e, divê hêza wê jî bi awayekî xurt derkeve holê û di xizmeta civakê de were xerckirin."

Wezîre Silêman dayîka çar zarokan e derbarê hovîtiya DAÎŞ'ê wiha dibêje: "Di dema desthilatdariya DAÎŞ'ê de em ji mafê xwe yê herî biçûk jî dihatin bêparkirin, nedihiştin ku ez biçim bajarê Hesekê da ku ez derman bibînim. Digotin qet nabe tu biçî bajarê kafiran. DAÎŞ heya dawiyê li dijî nirxên mirovan hovîtî pêk tanî. Êdî rastiya DAÎŞ'ê ji her kesî re hatiye eşkerekirin û wekî terorîst hatine naskirin. Hêza ku dikare gel ji wan rizgar bike jî QSD'ê ye, bi hêviya ku hemû xaka Sûriyê ji van çeteyan were paqijkirin."

(hs/rc)