Jinên HDP’î yên hatin tehliyekirin gotin ‘têkoşîn berdewame’
09:43
Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR- Jinên HDP’î yên ku beşdarî cezaya Dîlan Kortak a ku di meha kanûna bûhrî de li Stenbolê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û cenazeyê wê li Îzmîrê hat definkirin bûn, hatin girtin û di biryara navber de hatin berdan, diyar kirin ku ew soza berdewamkirina têkoşîna azadiyê didin.
Li Îzmîrê di 9’ê Adarê de operasyonek pêk hatibû 10 HDP’ê hatibûn binçavkirin û girtin. Têkildarî 10 girtiyan de biryara tehliyekirinê derket. Di biryara navber a dadgehê de Hevserokê Navendî yê Berê yê HDP’ê Ahmet Cavît Ugur, endama HDP PM’ê Dîlek Aykan û rêveberên navendê Elmas Çinar, Hulkiye Yilmaz, Hacay Yilmaz, Seyîn Can Çakmaz, Hasse Bîngoltekîn Kiliç, Dîlan Yetîşmiş, Casim Saday, Gulden Hantaş hatin tahliyekirin. Piştî tehliyeyê jinên HDP’î tiştên ku li girtîgeha Şakranê jiyane û têkildarî girtinên xwe ji JINHA’yê re axivîn.
‘Gelê Kurd bêguman wê xwedî li cenazeyên xwe derkeve’
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine (YAK-DER) Hasse Bîngoltekîn Kiliç têkildarî girtina xwe ya ku wek hincet beşdarbûna cenazeya Dîlan Kortak nîşan dane de wiha got: “Ez wek hevseroka YAK-Der û wek jinekê, kîjan jin ba wê biçûya cenazeya hevala me Dîlan Kortak. Dosya têkildarî me berê propagandaya rêxistinê bû û piştre bi biryarekê demildest bû endamtiya rêxistina terorê. Bêguman wê gelê Kurd xwedî li cenazeyên xwe derkeve. Dema min îfade da jî min sûcdarî qebûl nekirin. Min got divê em li wan dozê vebikin.”
‘Emê ji bo azadiyê vê têkoşînê bidomînin’
Hasse ji bo rojên li girtîgeha Şakranê derbas bûye jî wih agot: “Em 6 jin tazî lêgerîn kirin. Gotine prosedur wisaye, PKK’î wê wisa bên lêgerînkirin. Hevalên me yên din jî wisa moral dan me. Ji ber em dayik bûn me zorî kişand. Di vê têkoşînê de têkoşîn jî heye, mirin jî û girtîgeh jî heye. Emê ji bo azadiyê vê têkoşînê bidomînin.”
‘Zextên herî cidî li hember Egeyê bû’
Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Dîlek Aykan jî têkildarî girtina xwe de wiha got: “Sedema girtina me qezenca HDP’ê ya li herêma Egeyê ye. Hilweşandina bendê qezenceke pir cidî bû. Piştî 1’ê Mijdarê bi awayekî cidî berê xwe dan Egeyê. Merasîma cenazeyê hincet nîşan dan û 10 kes girtin.”
Lêgerîna tazî, rêbaza îşkenceyê ye
Dîlek wiha berdewam kir: “Konsepta şer a li Tirkiyeyê tê jiyîn li girtîgehan jî xwe dide xuyakirin. Ji ser rêveberiya girtîgehê û memurên wê li dijî girtiyan provakasyon tê meşandin. L dijî girtiyên jin helwestek cidî heye. Tenê girtiyên PKK’ê tazî lêgerîn dikin. Hedefa me ya yekem eve ku mafê mirovan li Tirkiyeyê pêk bê. Divê li dijî van îşkenceyên girtîgehan rayagiştî bi hestiyar be.”
‘Emê ji bo azadiya xwe têbikoşin’
Ji KJA’yê Hulkiye Yilmaz jî wiha got: “Li ser jinên di girtîgehê de zextên mezin dikin. Lê moralê hevalên me gelek baş e. Dikarin me bigirin, me bikin girtîgehan, lê nekarin fikrên me biguherin. Emê ji bo azadiya xwe têbikoşin.”
(hu)