Bi hezaran zarok bi navê Mizgînê mezin bû

10:45

JINHA

ÊLIH – Hozan Mizgîn bi 24’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê ku ji dayik bûye li Êlihê ji aliyê NÇM û KJA’yê ve bi şahiyekî hat bibîranî. Birayê Mizgînê Şehmus Aydin, got: “Mizgînê jiyana xwe ji dest da lê bi hezaran zarok bi navê Mizgînê mezin bûne.”

Hozan Mizgîn bi pêşengiya NÇM (Navenda Çanda Mizgîn’ û KJA’yê li Êlihê hat bibîr anîn. Bername li Mala Gel a Musa Anter hat bibîranîn û xwişka Hozan Mizgînê, Şukran Akiş, birayê wê Şehmus Aydin, hevserokên DBP’ê, pêkhateyên KJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Wêneyên Hozan Mizgînê bi qurnefîlan hat xemilandin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Li ser navê KJA’yê berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Sultan Azboy axivî û got: “Şehîd Mizgîn û hevalên xwe ji bo gelê Kurd canê xwe dan. Divê gelê Kurd jî destê xwe bide wijdana xwe û di rêya van lehengan de bimeşe. Em hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.”

‘Bi hezaran zarok bi navê Mizgînê mezin bûn’

Birayê Hozan Mizgînê, Şehmus Aydin axivî û got 24 sal berê di 11’ê Gulanê de agahiya Mizgînê hatiye û got: “Ez vê gotina dayika xwe ti car ji bîr nakim. Keça min ket bin xakê, bila ewladê ti kesî nemire. Got bila Mizgîn şehîda dawî be. Lê di ser de 24 sal derbas bû, zarokên gelê Kurd jiyana xwe ji dest didin. Di bodrumunan bedenên wan dişewitin. Gelê Kurd destê aştiyê dirêjî dewletê kir û ew destê wan her tim li hewa maye. Mizgîn mir lê bi hezaran zarokên Kurd bi navê Mizgîn mezin bûn. Mizgîn û hevalên wê ti car wê neqedin. Ev doz wê ti car neqede. Yên di şer de israr dikin bila bizanin ku hevalên Mizgînê wê her tim têbikoşin. Bi tank, topan wê nekarin çareseriyê bînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd Îmraliye.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku Hozan Mizgîn vedigot hat nîşan dan. Bername bi derketina hunermenên NÇM’ê û belavkirina qurnefîlan bi dawî bû.

(hu)