Mihrîcana Govendên Rojava bi rengê jinan bi dawî bû
11:07
JINHA
RIMÊLAN- 2. Mihrîcana Govendên Rojavayê Kurdistanê ku ji bo bîranîna Hozan Mizgîn li bajarê Rimêlan hatibû dest pêkirin, bi rengê jinan bi dawî bû.
2. Mihrîcana Govendên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Rimêlan bi tevlîbûna 14 komên govendê û bi sedan kesên ji bajêr li Navenda Aram Tîgran bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di mihrîcanê de amûrên kevin ên ku dihatin bikaranîn wekî destar, cil û bergê filklora kurdî hatin pêşkêşkirin. Herî bêtir reng û xemla jinan mihrîcan rengîntir kir. Axaftina dest pêkê ji hêla Mustefa Şahîn ve hate kirin.
Komên dîlanê derketin ser dîkê amedekariyên xwe pêşkêş kirin. Paşê desteya pispor bi nirxandinê ji nav komên govendê sê kom hilbijartin. Hevseroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid spasiya komên beşdarî mihrîcanê bûne kir, diyarî dane saziyên wek Saziya Malbatên Şehîdan, ragihandin, Asayîş û HPC'ê. Xelat li komên govendê hate belavkirin. Li gor vê di Koma Sînan ji Kobanê yekemîn hate hilbijartin. Koma Tolhildan ji bajarê Hesekê duyemîn hate hilbijartin û Koma Ciwanên Qamişlo jî sêyemîn hatin hilbijartin.
Mihrîcan heya êvarê bi govned û şahî dewam kir
Endama koma Şehîd Welat, Cewahir Çolî ji ajansa me re kêfxweşiya xwe derbarê pêkhatina mihrîcanê de anî ziman û wiha got, "Ji bo domandina rêya hevalên me yên TEV-Çand'ê ku di xizmeta gelê xwe de bi serbilindî jiyana xwe jidest dane soz didin ku heya dawiyê em ê di nava kar û xebatê de bin. Jin jî wekî di her qadê de xwedî cihekî giring e, beşdarbûn û rola xwe di mihrîcanê de bi şêweyekî herî çalak lîstin. 3 komên xweser beşdarî festîvalê bûn, ji ber vê yekê mirov dikare bêje xwesertiya rengê jinê coş û kelecanekî cuda û mezintir da mihrîcanê."
(bc-sg/gc)