Bang a piştevaniya bi gelê Nisêbîn re

11:21

JINHA

MÊRDÎN - Serokatiya Daîra Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mêzin a Mêrdînê ji bo welatiyên ji Cizîr, Nisêbîn û Hezexê ji ber êrîşên hêzên dewletê yên bi navê qedexeya derketina kolanan berdewam kirî de, neçar mane malê xwe biterikînin banga piştevaniyê li gelê Mêrdînê kir.

Serokatiya Daîra Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mêzin a Mêrdînê ji bo pêdiviyên malbatanê ku ji ber êrîşên hêzên dewletê yên di dema 'qedexeya derkatina kolanan' de neçar mane ji malê xwe derkevin û koçî bajarên cuda kirine banga piştevaniyê kir. Her diçe jimara malbarên Nisêbînê yên ji ber êrîşên hêzên dewletê malên xwe berdane, li navçeyên Kerboran, Qoser û Artuklu yê tên bicîhkirin zêde dibe. Xebatkara Daîra Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajare Mezin a Mêrdînê Şarize Şimdi banga piştevaniya bi welatiyên Nisêbînê re kir.

'Em li benda piştevaniya gelê xwene'

Şarize diyar kir ku ew dixwazin hîn bêtir ji malabatan re bibin alîkar û heya niha 5 hezar malbatan serlêdan kirine û wiha berdewam kir: "Em ji van malbatan re pêdiviyên wek zad, doşek, minder didin, lê malbatên ku nu ji Nisêbînê derketine gelek pêdiviyên wan hen in. Em li bendê ne ku gel di nava piştevniyê de bin. Bila gel ji bo malbatên ku neçar mane koç kirine çi pewist bê bîn in. Li avahiya Xizmeta Civakî ya Şaredariyê embar heye bila gel alava bînin van embaran û dikarin bi malbatan re bibin alîkar. Welatî dikarin bi dildarî li embaran bi xebitin."

'Werin em bi zarokên ji Nisêbînê koç kirî re di nava piştevaniyê debin'

Yeşim Kan a ku di nava xebatên piştgiriyê de cih digre ji bo zarokan banga werin em bi zarokên ji Nisêbînê koç kirine re di nava piştevaniyê debin kir û got: "Pewistiya zarokan bi cil û pêlavan heye. Em êdî ji gel dixwazin ku di nava piştgiriyê de bin. Teybetî em ji malbatên ku rewşa wan başe piştgirî dixwazin. Ez wek dayikek dibejim bila gel hîn bêtir baldar bin."

(dt/zt)