Di Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd de Hozan Mizgîn hat bibîranîn

12:03

JINHA

STENBOL- Di 2’emîn Mîhrîcana Çan û Hunerê ya Kurd ku bi şîara ‘bi hunera azad re berbi jiyana nû’ pêk hat, Hozan Mizgîn di 24’emîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn û ji bo jinan bernameya taybet hat amadekirin.

2’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve hat organîzekirin û di 7’ê Gulanê de destpê kir. Di mîhrîcanê de ji ber bîranîna Hozan Mizgîn ji bo jinan bernameyek taybet hat organîzekirin. bîranîn li Navenda Çanda Arzela pêk hat û belgefîlmê bi navê
‘Sara:Jiyana min pevçûneke bû’ ku jiyana Sakîne Cansiz vedigot hat nîşandan. Piştre li Navenda Çanda Bajar a Şîşlî bernameyek pêk hat û fîlmê bi navê ‘Dur e-Uzak mı’ yê Leyla Toprak li KObanê kişandibû hat nîşan dan. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Koma Jinên Sûrê yên ji Amedê hatibûn jî derketin ser dîkê.

Stant hatin vekirin

Di bernameyê de helbestvana Kurd Jana Seyda ku êşa Kurdan vedibêje, helbestên xwe vegotin. Herî dawî jî muzîkjenên jin bi projeya ‘Naweyên jinê-kadin ezgîlerî’ derketin ser dîkê.

Endama KJA’yê Sabahat Tuncel beşdarî bernameyê bû. Dovîzên wekê ‘Ji Cizîrê heta Nisêbînê em Sûrên jiyanê bihunin’ hatin hildan. Her wiha standa atolyeya jîneolojiya Stenbolê k udi seranserê mîhrîcanê de vekiribû, dîsa cih girt.

Rugeş Kirici pêşkeşvaniya şevê kir û got ev şer ji bo wan gelek girînge û wiha berdewam kir: “Îro roja ku Mizgîn gihiştiye şehadetê ye. Mizgînê, mizginiya jiyana nû 24 sal berê dabû me. Mizginiya wê 3iro li Kobanê, Sûr, Cizîr, Colemêrg û Sîlopiyê jiyanê dibîne.

Sînevîzyoneke ku jiyana Hozan Mizgîn vedigot hat nîşan dan û hunermendên YJA Starê yên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin.

Ji her temenî kes beşdarî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcana bi gelek bernameyên dewlemend û stand3en rengîn berdewam dike, bernameya xwe ya duh temam kir.

(hu)