Dadgeha Amedê dorpêç kirin
12:41
JINHA
AMED - Ji ber binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek welatiyan hewildan li ber Dadgeha amedê dest bi çalakiya runiştinê bikin. Berî çalakiya runiştinê polîsan derdora dadgehê dorpêç kirin.
Li ser banga DBP, HDP, HDK, KJA, KCD û saziyên civaka sivî a piştevaniya bi Hevserokê Gişti ye Partiya Heremên Demokratîk (DBP) welatî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê kombûn. Beriya çalakiya runiştinê dema ku welatî ber bi avahiya şaredariyê ve diherikîn, polîsan dadgeh girtin bin dorpêçê. Li ber dadgeha ku bi batîqatan dorpêçkirî gelek polîs û wesayîtên zirxî kombûne.
Ji aliyên din hat zanîn ku hîn îfada Kamuran Yuksek ne hatiye girtin û li Muduryeta Polîsan tê sekinandin. Ji agahiyên ku ji parezeran hatine girtin, piştî karê muduryetê dawî bû dê Kamuran Yuksek derbixin dadgehê.
(dt/zt)