Jina kurd Muhterem Aras li Almanyayê bû seroka parlamanê
12:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina kurd Muhterem Aras Serokê Parlamentoya eyaleta Baden-Wurttemberg hat hilbijartin.
Li eyaleta Baden-Wurttemberga Almanya jineke kurd ku ji Tirkiyeyê bi navê Muhterem Aras ji bo serokatiya parlamentoya wê eyaletê hat hilbijartin.
Muhterem Aras di sala 1966'an de li bajarê Çewlîkê yê Bakurê Kurdistanê di nava malbatek Elewî de ji dayik bûye. Di sala 1978'an de jî koçberî Almanyayê bû. Di sala 1992'an de çû nava refên Partiya Kesk dest bi karê siyasî kir. Muheterm Aras siyasetmendareke di dîroka Almanyayê de yekemîn kurd e ku erkê serokatiya parlamentoyê werdigire. Muhterem li ser lîsta Partiya Kesk derbasî Parlamentoya Baden-Wurttembergê bû. Muhterem her wiha yekemîn jin e ku hem li Almanya û him jî ji nav Partiya Kesk serokatiya parlamentoya herêmekê dike. Muhterem Aras di hilbijartinên eyaleta Baden-Wurttembergê de ji sedî 42.4'ê dengan girtiye.
(zt)