Li Weqfa Ensar a Bedlîsê li jinan şantaj û êrîşa zayendî
12:52
JINHA
BEDLÎS – Derket holê ku li malên Weqfa Ensar 9 jin rastî şantaj û êrîşa zayendî hatiye. Bûyer bi gilîkirina 3 jinan derket holê û hat diyarkirin ku rêveberên AKP’ê û kesên ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî jî kes hene.
Li Karamanê derketibû holê ku zarokên li malên aydê Weqfa Ensar rastî îstîsmarê hatine û piştre jî derket holê ku li Bedlîsê jinên li mala mamosteyan a Weqfa Ensar dima rastî şantaj û tecawizê hatine. Li gorî nûçeya Bariş Can a rojnameya Yurtê, li Bedlîsê di nav de Weqfa Ensar, rêveberên AKP’ê yên navendî û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî heye, bi awayekî sîstematîk ev êrîş hatiye jiyîn. Li gorî îdiayan kesê ji meletiyê îstîfakiriye, wek mamosteyê çanda olî di Midûriyeta Perwerdehiyê de dixebitî O.S û M.O li 9 jinên kul i malên Weqfa Ensar diman tecawiz kirine. Ji ber zextan gelek jinî gilî nekir û 2 jinan çûn qerekolan Hersan Bedlîsê û yek din jî çû qerekola Mustafa Yeter êrîş vegotin.
Ji kesên navê wan derbas dibin M.O demek berê li Dibistana Seretayî ya Fatîh a Bedlîsê mamostetî kiriye. Hîna jî li Dibistana Seretayî ya Selahattîn Eyubî ya Tetwanê dixebite û niha ji bo bicihkirina xwendekar û memuran a li malên weqfa Ensar bi cih bike, hatiye peywirdarkirin. M.O piştî demekê li malên weqfê bi dîmenan li jinan şantaj kir û tecawiz kir.
Rêvebrên AKP û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî heye
Jineke ku li qerekolê îfade da got: “M.O li min şantaj kir. Li malên mijara gotinê ez ji aliyê mêrên cuda ve rastî êrîşa zayendî hatim.” Di lêpirsînê derket holê ku AKP’a Bedlîsê, peywirdarên Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî û burokratên tên Bedlîsê jî di nav vê bûyerê de ne.
Îxbar û gilîkirin hat tinekirin
Li aliyê din gilîkirinên hatin kirin jî serê wan hatin girtin û hat gotin ku îxbarên bo qerekola Hersan û Mustafa Yeter hatiye kirin, hatiye îmhakirin.
(hu)