Rêveberiya Kantona Cizîrê serdana holê kirin
14:07
JINHA
HESEKÊ - Komek ji rêveberiya Kantona Cizîrê serdana Holê kirin.
Îro komek ji Rêveberiya Kantona Cizîrê serdana gel ê Holê kirin. Di koma serdanê de Hevserokên Kantonê Hêvî Erebo, Hemîdî Deham û hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîre Kuriye û Şêwirmendê Meclîsa Zagonsazî Huseyn Îzam, herwiha Serokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat, Hevserokê Karê civakî Mihemed Hesen Ebûd cih girtin.
Heyfa Erebo jî hovîtiya çeteyan anî ziman û got, "Li her dera ku terorîts lê bin, em ê wir rizgar bikin û ala serketinê bilind bikin." Heyfa Erebo herwiha jiyana hevbeş a gelan li Rojava bi bîr xist û ev tişt got, "Ev hevbeşî li jêr siya Xweseriya Demokratîk pêk tê û dê hertim 'Biratiya Gelan' bibe dirûşma me ya pîroz." Heyfa di dawiyê de jî diyar kir ku QSD ji bo Sûriyeya demokratîk dikare roleke dîrokî hilgire ser milê xwe û got, "Divê civak jî piştgiriya hêzên QSD'ê bike."
Mêvan ji aliyê gel û eşîrên Holê ve bi coş hatin pêşwazî kirin. Di ziyaretê de rewşa civakê li Holê hate pirsîn û agahî derbarê xwestek û pêwîstiyên wan hatin girtin. Hemîdî Deham got, "Li jêr kontrola QSD'ê gelê me bi ewlehî vegerî ser axa xwe. Em ê jî hewl bidin pêdiviyê gelê xwe bi her awayî pêk bînin."
(ee/cc/rc)