'Emê tilîliyên Asya bilind bikin'

14:10

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a li Qilabanê konî sersaxiyê hate danîn. Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren a ku di konê sersaxiyê de axivî û got ku ew ê tîlîliyên Asya ya pêşenga berxwedana jinên Botanê ye xurtir bikin.

Ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a ku lu Cizîrê di jêrzemîna hovîtiyê de hate qetilkirin û cenazeyê wî piştî 3 mehan ji aliyê malbatê ve hate wergritin li navçeya Qilabanê ya Şirnexê konê sersaxiyê hate danîn. Bi pêşengiya jinan li taxa Dogu bi sedan kes hatin cem hev û ber bi taxa Odul a konê şînê hatibû danîn ve meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmên "Hevrê Asya nemir e" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û lîlandin, posterên Asya hilgirtin. Piştî meşê li kon rêz hate girtin. Li vir Hevseroka HDP'ê ya Qilabanê Mesut Paksoy axivî û diyar kir ku Asya bi berxwedana xwerêveberiyê ve têkoşîna azadiyê gihan merhaleyeke cuda.

Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren jî got ku Asya pêşenga berxwedana jinan a Botanê ye û wiha axivî: "Em weke jin ji bo Asyayê zêmaran nabêjin. Em ê tîlîliyên Asyayê xurtir bikin. Em ê di serî de Botan hemû jin têkoşîna Asyayê weke wê hilgirin."

'Asyayê heta dawî li ber xwe da'

Dayika Asya, Emîne Yuksel jî spasiyên xwe li kesên ku beşdarî sersaxiyê bûn kir û wiha axivî: "Asya keça me hemûyan e. Asyayê ji bo hemû dayikan têkoşîn meşand û heta dawî li ber xwe da."

Serdanên sersaxiyê didomin. Sibehê dê mewlud bê dayîn.

(kom/zt)