Pervîn Buldanê rojnameya Sozcu şermezar kir

16:00

JINHA

STENBOL-Pervîn Buldan da zanîn ku îdiayên ku rojnameya Sozcu têkildarê wê de derxistiye holê, bingehe û bang li rojnameyê kir ku li gorî etîka çapemeniyê nûçeyan çêbikin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan diyar kir ku nûçeya ku duh ji aliyê rojnameya Sozcu ve hatiye çêkirin ya wekê ‘ Wekîla serokê Meclîsê ya HDP’î Pervîn Buldan ji bo biçe hec ji serokê TBMM’ê Îsmaîl Kahraman alîkarî xwest’ hatiye nivîsin, ne raste û û daxuyaniyek nivîskî da. Pervînê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku niyeta wê ji bo Hec heye lê di navbera wê û serokê meclîsê de diyalogek wisa derbas nebûye.

Pervînê wiha got: “Heta niha min ne di jiyana xwe siyasî de û ne jî di jiyana xwe ya taybet de wek garantî tiştek nekiriye. Ji vir şûnde jî nakim. Heta ji tiştên ku ji bo xweda tê kirin, tiştek naxwazim, ev ne mijara gotinê ye. Ez rojnameyê şermezar dikim. Bila di çarçoveya etîka çapemeniyê de nûçeyan çêbike.”

(hu)