Semraya ku parastina xwe kirî: Ma her dem mêr wê jinan qetilbikin?

16:49

JINHA

ORDU - Semra O. a ku piştî nîqaşê ligel hevjînê xwe, parastina xwe yê cewherî pêk aniye, li ser pirsê rojnameger "Tu pîşmanbûye?" bersiva 'ma wê her dem mêr wê jinan qetilbikin? da.

Semraya ku li navçeya Altinordu yê Orduyê dijî, di navbera wê hevjînê wê Recep O. de nîqaş dertê. Di encamê nîqaşê ku vedûgere şer, Semra parastina xwe yê cewherî li hember Recepê (75) salan dike. Li ser gilî serwîsa 112 hat cihe bûyerê û Recep O. rakirin Nexweşxana Dewletê ya Ordu yê. Recep ê ku rakirina xweşxanê jiyan xwe ji dest da. Piştî karê otopsiye cenazeyê Recep rakirin Adlî Tipa Trabzon ê. Semra O. û keça wê Telalanur O. piştî li jandarmayê gerîn hat binçav kirin.

'Ew ê min qetilkiriba ji ber wê min wî qetilkir'

Semra O. îro ji aliyê cendirma vê sewkî dadgihê kirin. Rojnemegeran pirsa te 'çima hevjinê xwe kuşt' û 'tu pişmanbûye?' kir Semra li ser vê pirsê destê xwe yê bi kelepçe rakir hewayê û got, "Wêne bikêşin birayên min bikêşin. Ma her tim mêr wê jinan qetilbikin. Ew ê min qetilkiriba ji ber wê min parastina xwe pêk anî. Ji bo zarokên xwe û keça xwe pîşmanim."

(dt/rc)