CRA li hember êrîşan banga yekgirtinê li rojnamegeran kir

17:34

JINHA

AMED - Cemiyeta Rojnamegerên Azad di derbarê êrîşên her diçe ser çapemeniya azad zêde dibe û hedefgirtina nûçegihanan de daxuyanî da û got: "Em astengî û zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin û dixwazin êdî dawî li van zextan bê. Em weki Cemiyeta Rojnamegerên Azad zextan şermezar dikin û bang li hemû rojnamegeran dikin ku bibin yek û li mafê xwe xwedî derkevin."

Cemiyeta Rojnamegerên Azad di derbarê êrîşên ser çepemaniya azad û xebatkarên çapemeniyê de daxiyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Piştî hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê şer da destpêkirin li ser hemû beşên civakê zext û tundî derket asta herî jor. Bi taybetî herî zêde li ser çapemeniyê zext zêde bûn. Ji ber hikûmeta AKP'ê li ser rojnamegeran zext zêde kir êdî rojnameger nikarin bi hêsanî nêçeyan bişopînin. Di 4 mehên dawî de rojnamegerên nûçe şopandin hatin kuştin, girtin, binçavkirin û rastî cezayan hatin. Ajans hatin sansurkirin. Tenê di 12 rojên meha gulanê de li Kurdistanê 6 rojnameger hatin binçavkirin û ji van 6 rojnamegeran 2 jê hatin girtin. 3 rojnamegerên nûçe dişopandin rastî êrîşê hatin û hatin astengkirin. Li 5 rojnamegeran doz hat vekirin û 6 rojnameger rastî ceza hatin. 7 rojnameger rastî lêpirsînê hatin. Ajansa hatin sansurkirin û weşan hatin qedexekirin. Li dervê welat 2 rojnameger rastî cezayê îdamê hatin."

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de bi taybeti herî zêde Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) rastî zext û êrişan hatin. DÎHA di nava 12 rojan de 2 carnan hat sansurkirin. DÎHA, ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomunikasyonê (TİB) cara 37'emîn hat sansurkirin. Di 12 rojan de 6 nûçegîhanê wê hat binçavkirin û 2 nûçegîhanê wê hat girtin. Herî dawîe nûçegîhanên DÎHA yên herêma Wanê Nedim Turfent û Şermin Soydan li Wanê hatin binçavkirin.

Ev zextên li ser çapemeniyê mafê gel ê ragihandinê ji destê wan digire. Astengiya li ser mafê şopandina nûçeyan di heman demê de astengiya li ser azadiya agahdarkirina gel e. Em dibêjin her rojnameger her dem û li her derê dikare her agahiyê bişopîne. Dîsa her welatî li her derê xwedî mafe ku xwe bigîne her agahiyê. Di çi şert û mercî de dibe bila bibe divê azadiya ragihandinê û şopandina agahiyan neyê astengkirin û mafê rojnamegeran ji destê wan neyê girtin.
Em astengî û zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin û dixwazin êdî dawî li van zextan bê. Em weki Cemiyeta Rojnamegerên Azad zextan şermezar dikin û bang li hemû rojnamegeran dikin ku bibin yek û li mafê xwe xwedî derkevin."

(zt)