Dayîka sê şervanan: Çeper dûrbin jî hêvî yek e

09:07

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Dayîka sê şervanên YPG/YPJ'ê diyar kir ku ew bi têkoşîna zarokên xwe serbilinde û wiha got, "Min bi hejarî zarokên xwe mezin kir, ew îro bûnê şoreşger û welatê xwe diparêzin."

Necwa Ebas dayîka sê şervanên YPG/YPJ'ê ye. Necwa ku di nav şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê daye diyar kir ku ew bi têkoşîna zarokên xwe ser bilinde. Necwa da zanîn ku ew di temenê biçûk de ji aliyê malbatê ve hatî zewicandin û wiha domkir, "Di temenek biçûk de malbatê ez dame zewicandin. Çar zarokên min hebûn ku hevjînê min em hiştin û çû. Ez û zarokên xwe bi tenê man. Herkes li bendê bû ku ez jî wan bihêlim û biçim. Lê ez xwedî li zarokên xwe derketim. Min kar kir nehişt çavên wan li destên kesê bimîne. Dema ku civakê dît ez zarokên xwe ber nadim wan jî piştgiriyê min kirin. Ligel xizaniyê jî zarokan çi bixwesta min ji wan re peyda dikir."

'Min dizanî keda min dê min serbilind bike'

Necwa anî ziman ku ew bi hêviyek mezin zarokên xwe mezinkiriye û wiha got, "Dema min ked dida, min dizanî ku keda min wê rojekê min serbilind bike. Ez ji wan rojan nepoşmanim, ji ber min sê şoreşger mezin kirin. Ez niha dayîka şervanên YPG û YPJ'ê me. Ji ber ve yekê jî ez serbilindim. Parastina welat parastina şeref û namûsê ye, zarokên min jî vê yekê dikin. Niha keça min Bêrîtan li nav YPJ'ê, kurên min Xebat û Mezlûm jî di refên YPG'ê de cih digirin. Mirov dikare bêje piştî zivistaneke xedar bihareke germ hat."

'Hersê zarokên min ji bo parastina welat bûn şoreşger'

Necwa Ebas di dewama gotina xwe de xwesteka xwe ya tevlîbûna nav refên YPJ'ê de jî anî ziman û wiha pêde çû, "Keça min piçûk nebûya, ez jî diçûm û di nav YPJ'ê de min dê cih bigirita. Bi şoreşa Rojava re me serê xwe bilind kir. Her sê zarên min ji bo parastina welat bûn şoreşger. Piştî ku min ewqas zorî û zehmetî kişand, ev pêşktin min kêfxweş dikin. Mal û milkên min nîne, lê ez bi hêvî û baweriya xwe û zarokên xwe ve dewlemenda axa xwe me."

'Çeper dûrbin jî hêvî yek e'

Necwa wiha qala girîngiya parastin û welatparêziyê kir, "Ez bixwe jî di nava hêzên Parastina cewherî de cih digirim. Ez dixwazim li himber sîstema zilmê têkoşîn bikim. Ez niha perwerdeya bîrdozî- siyasî dibînim û dixwazim xwe bi ramanên azad araste bikim. Çeperên min û zarokên min dûrê hev bin jî, hêviya me yek e, welat û civakeke azad."

Necwa di dawiyê de jî ji dayîkan xwest ku vîna xwe radestî mêran nekin û got, "Azadiya welatê me, azadiya me ye."

(zd/rc)