Zarokên Wanê: Zimanê dayîkê mafê meye
09:09
JINHA
WAN - Bi armanca rasthatina 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jinên Wanê diyar kirin ku bi salane dewlet wek tirkek nêzî wan bûye û gotin ew Kurdin û zimanê wan jî kurmanciye. Zarokan jî gotin ew dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê xwe bibînin û balkişandin ku divê dibistanên Kurdî bêne vekirin.
15'ê Gulanê ku di sala 1932'an de piştî Celadet Alî Bedîrxan Kovara Hawarê derxistiye wek roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd diyar bûye. Bi wesîleyê rasthatina Cejna Zimanê Kurdî jin û zarokên Wanê dexwazê xwe yê perwerdehiya zimanê Kurdî nûkirin. Ji jinên Wanê Halîme Kurd (74) diyar kir ku gelê Kurd gelekin û xwedî dîrokek mezinin. Halîme anî ziman ku dewlet 40 sale li hember gelê kurd polîtîkayê qirkirin û bişavtinê pêk tîne. Halîme destnîşan kir ku ew bi salane wek dayîk ji bo zimanê xwe li hember polîtîkayê bişavtinê biparêzin têdikoşin û got divê tevahî dayîk ligel zarokênx we bi Kurdî bipeyivin.
'Em mafê xwe yê ziman dixwazin'
Kadriye Orhan (51) jî bilêv kir ku ew bi tirkî nizanin û wiha domkir, "Em çi peyvên tirkî nizanin. Em zarokên kurdane û em kurdin. Zarokên me diçin dibistanên pergalê û hînê zimanê tirkî dibin lê dema ku dibistanê de derdikevin wê demê de dîsa bi zimanê xwe yê kurdî diaxivin. Em jî ji bo wê dibistanên kurdî ji bo zarokên xwe dixwazin. Mirovên taxa me hemû ji kurdî dipeyvin. Em kurdin em zimanê xwe dixwazin û dijîn. Em mafê xwe dixwazin, çawa ew bi zimanê xwe dijîn em jî hesdikin bi zimanê xwe bijîn. Me hemû kesan ji bo wî dozê ji bo zimanê xwe li ber xwe didin. Hemû bi gel zarokên xwe kurdî diaxivin heya ku diçin dibistana tirkî û zarokên me bi zorî hîn tirkî dibin."
'Zimanê Kurdî pir xweşe'
Zaroka bi navê Bêrîtan Çinar (9) jî diyar kir ew ji zimanê tirkî gelek fêm nake û wiha pêde çû, "Ez heftiyekê çûm dibistana tirk û min çi ji zimanê wan fêmnekir û ez jî êdî neçûm dibistanê. Zimanê kurdî ji tirkî xweştire. Ez dibistana kurdî dixwazim. Dema ku dibistanên kurdî hatin vekirin wê demê ez ê biçim dibistana kurdî. Ez hemû deran bi kurdî dipeyivim. Hemû hevalên min jî kurdî qese dikin. Em tu caran tirkî qese nakin. Ji xwe em tirkî fêm nakin."
'Em dibistanên kurdî dixwazin'
Şîlan Gulêna (12) jî li ser zimanê kurdî wiha got: " Ez diçim dibistanê û em nikarin kurdî qese bikin. Dibistanê de kurdî qedexeye. Em dema dibistanê de derdikevin dîsa kurdî qese dikin. Em zarokên kurdane. Em hemû heval jî kurdî diaxivin. Dexwaza me zimanê Kurdiye. Zimanê dayîkê mafê meye."
'Em dibistanên bi zimanê xwe dixwazin'
Azad Gulen (13) jî wiha got, "Em dibistana kurdî dixwazin. Em hemû deran kurdî dipeyvin. Tenê dibistanê de nikarin bi peyvin. Dema ku dibistana kurdî hat vekirin em ê rev bikevin û biçin dibistana xwe. Dema em kurdî dipeyvin wê demê mamosteyên me xwe aciz dikin û li me didin. Em jî nikarin bi zimanê xwe bijîn."
(hk-htk/rc)