Zarokên Mûsilê hovîtiyê çeteyan vegotin
09:10
Ebîr Ehmed/ JINHA
HESEKÊ- Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelek welatî ji bajarê Mûsila başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Di Nîsana 2016'an de gelek welatî ji cih û warê xwe penaber bûn. Di nava koçberan de 318 zarok hene, zarokan derbarê koçberkirina wan û zehmetiyên ku rastî wan hatin ji JINHA'yê re anîn ziman.
Ji ber êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê gelek jin û zarok bûn maxdûrê şer. Zarokên bajarê Mûsilê jî ku ji ber hovîtiya DAÎŞ'ê ji warê xwe koçkirine û li Holê bi cih dibin kiryarên DAÎŞ'ê yên dûrî mirovahiyê tînin ziman. Minewer Ebdullah ku yek ji zarokên Mûsilê ye ji ber êrîşên DAÎŞ'ê bi malbata xwe re berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û li Holê bicih bûne. Minewera 10 salî wiha qala hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê dike, "Me ji ber êrîşên DAÎŞ'ê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê, DAÎŞ bi kiriyarên mîna kuştinê, serjêkirinê û îşkencekirina ne ji rêzê nêzî mirovan dibû. Her tişt li ber çavên zarokan dihate kirin. Ev yek jî bandora xwe nerênî li ser me dikir. Zarok ji mafê xwe yê herî biçûk ango ji lîstikê hatin bêparkirin. Ji ber vê yekê me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. QSD'ê bi pêşwaziyeke dilgerm em hembêz kirin û xwedî li me derketin. QSD'ê ji bo me parkek çêkir û niha em bi rehetî dilîzen û jiyana xwe didomînin."
Zarokekî din Mihemed Xelef ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji Mûsilê berê xwe dane Rojava behsa hovîtiya DAÎŞ'ê dike û wiha dibêje: "Hovîtiya DAÎŞ'ê gihiştibû asta ku me birçî bihêle û em qet nelîzin. Bajarê me dorpêç kiribûn û em di nava xwe de fetisandibûn. Em ji ber van kiryarên wan ên dûrî nirxên mirovahiyê hatin Rojavayê Kurdistanê. Em bi dilekî fireh ji hêla QSD'ê ve hatin pêşwazîkirin, êdî em naxwazin vegerin Mûsilê em dixwazin li Rojava jiyaneke aram bi parastina QSD'ê re bijîn û bêtirs û xof rojên xwe derbas bikin."
(hs/rc)