'Em ê bi rengê jinê Til Koçer avabikin'
09:11
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Hevseroka bajarokê Til Koçer Xade Hirêdanî rewşa jinên li bajarokê nirxand û îşare bi rewşa jinan kir.
Bajaroka Til Koçer ya girêdayî Girkê Legê ku piraniyê şêniyê wê Erebin, piştî şoreşa Rojava li wir jî rêveberiyên gel saz bûn. Hevseroka bajarok Xade Hirêdanî bi taybet rewşa jinan a li bajaroka Til Koçer bi dest girt û got, "Jin dê bi rengê xwe jinûve bajaroka Til Koçer pêşbixîne û avadike."
Xade pêvajoya sazkirina rêveberiya gel û guhertinên li bajêr nirxand û wiha got, "Me piştî birêxistin kirina komînan, meclîsên xwe yên gel damezirandin. Di vê pêvajoyê de jinan li bajarokê rolek çalak lîstin. Di warê demokrasiyê de ev pêngaveke erênî ye." Xade asta tevlîbûna jinan di nav kar û xebatên civakî- siyasî û aborî de li gor berê baş binirxîne jî, dide diyar kirin ku ji vê bêtir hewcehî heye jinên Ereb ên li Til Koçer xwe tevlî xebatan bikin.
Xade destnîşan kir ku hîna bandora muhafezekarî û fikrê tang heye di nava civakê û bi taybet bêrêxistinbûna jinên Ereb rexne kir. Xade dixwaze ku jinên Ereb bi hêza ku ji şoreşê hatiye wergirtin, xwe pêş bixin û wiha domand, "Li vir hîna mirov dibîne ku jinên Ereb di bin bandora zihniyeta desthilatdariyê rizgar nebûne. Ji ber jin ne wêrin tevlî xebatên civakî bibin. Ji bo vê yekê li bajarokê me dest bi xebatê kiriye."
Xadê diyar kir ku yek ji pêdiviya bajarokê Til Koçer, tevlîkirina jinan di warê civakî de ye û wiha pêde çû, "Ew ê têkoşîna jinan tevlî tevahî xebatên civakê bê kirin berdewam bike.
(en/rc)