Redkarê wijdanî sibê li Amedê ne
09:12
Oyku Dilara Keskin/JINHA
STENBOL - Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun diyar kir ku dê di nava 14 -15'ê gulanê de li Amedê bi diruşma "Emê desturê nedin Amed bibe başarê lekerî" dê rêzeçalakiyan lidarbixin. Merve ya ku dem û cihê rêzeçalakiyan nîşanda destnîşan kir ku dê di dawiya bernamê de jî daxuyaniya reda wijdanî bidin.
Her roja diçe li hember şîr ên jiyanê diparêzin û reda wijdanî dikin zêde dibin. Mirovên reda wijdanî dikin, li hemberî şer, mirin û êrîşan disekinin. Di 15'ê gulanê Roja Reda Wijdaniya Cîhanê de Komeleya Reda Wijdanî bi diruşma "Emê desturê nedin Amed bibe bajarê leşkerî" dê li Amedê rêze çalakiyan lidarbixin.
'Têkoşîna jinan bi reda wijdanî re di nava têkiliyan dene'
Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun da zanîn ku cara yekem li Tirkiyê di sala 2004'an de jinan reda wijdanî kiriye û wiha domand: "Dema ku jinan dest bi reda wijdanî kirin hîna mêrên di navê de hişê wan nezelalbûn ji bo wê digotin; 'em çima red dikin.' Lê jinan pir baş bersiva dane. Derdê jinan tenê ne leşkeriya bi zorê ye, di nava wê de çanda militarizmê ye. Herî zêde jî jin wê çandê hîs dikin. Jinan di tevahî jiyana xwe de milîtarîzim jiyan kirin. Reda wijdanî jî li hemberî wê pêşket, ev çalakiyek polîtîk a kesaniye. Em çiqasî vê mezin bikin, emê weqasî alîkarî bidin mezinkirina têkoşîna azadiyê. Reda wijdanî di heman demê de çalakiyek li hemberî bê nasname kirina jinê ye jî."
'Hêviya me zêdebûna jimarê ye'
Merve bilêv kir ku wan di nava çileya sala 2015 û nîsana sala 2016'an de raporek amade kiriye û wiha berdewam kir: "Di nava vê dîrokê de 103 kesan reda wijdanî kirin û di navê de jî 31 jinin. Hêviya me zêdebûna jimara jinane. Niha li Kurdistanê dewlet ser sivîlan şer dide meşandin. Dema ku kes çekê negirin, neçin leşerkiyê û nebin parçeyek ji çanda artêşa mêtînger wê demê polîtîkaya şer jî nayê meşandin."
Merve anî ziman ku piştî şerê li Kurdistanê hatî despêkirin firara leşekran jî zêdbûye û wiha dom kir: "Li gorî yên tên gel me jî tê dîtin ku firar zêdebûne. Dema ku niha leşker yekîneyên xwe biterikînin, dikarin şer bidin sekinandin. Dema ku bi gotina; 'Em kesê nakujin' despêbikin, dikarin seknek hember çêbikin. Ji xwe çuna jinan a leşkeriyê jî hat rojevê. Ev jî polîtîkayek a ketina nava şere. Ji bo wê jî reda wijdanî herî zêde jî ji bo şerê li Kurdistanê tê meşandin giringe."
'Emê îsal li Amedê bin'
Merve wiha pêde çu: "Emê îsal li Amedê bin. Çalakiyek a ji aliyê Koordinasyona Daristana Bajêr a Tahir Elçi û Komeleya Reda wijdanî ve hatî amadekirin bê lidarxistin. Dê di 14'ê gulanê de li Sumerparkê panelek tevahiya rojê berdewambike. Dê naveroka panelê li ser şer û reda wijdanîbe. Di heman demê de dê li ser mijarên weke dixwazin Daristana Bajêr a Tahir Elçi vegerînin bajarê leşkerî û bendava li Farqînê tê çêkirin nirxandin bên kirin. Li hemberî van jî têkoşînek hevpar divê çawan bê kirin. Di 15'ê gulanê de jî emê daxuyaniya reda wijdanî bidin."
(zt)