Jineke li pey heqîqetê: Asya Yuksel..
10:23
JINHA
ŞIRNEX – Di berxwedana Cizîra Botan de yek ji kesên bû sîmgeye berxwedan û rumetê, hevseroka Meclîsa gel a Cizîrê Asya Yuksel bû…. Gotina ‘bexwedan Jiyane’ ya Asyayê jî hem jiyana Cizîrê û hem jî ya Asyayê bi kurtasî vedibêje.
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku 79 rojan li Cizîrê li dijî êrîşên qirkirinê got ‘berxwedan jiyane’ û berxwe da, bi jiyan û hem jî bi têkoşîna xwe bû sembola berxwedanê. Li dijî vê hovîtiya dewleê bi heman bêyî guman, berxwedana xwe meşand û ji bo ciwanên ku li ber çavên wê dibûn hedefa dewletê, digot ‘ez jî dayikekim, ez nekarim zarokên xwe bihêlim’ heta dawiyê piştgirî dayê.
Asya dayika 2 zarokan bû û têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta serdest ya feodal bi xebatên siyasî re kir yek û herî dawî peywira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê meşand û di seranserê jiyana xwe de li pey heqîqetê çû. Asyayê di seranserê jiyana xwe de êş avêt dilê xwe û bi berxwedanê ji vê cîhanê koç kir. Di seranserê berxwedana xwe de digot ‘ez dayika Jiyan û Şivanim, hemû zarokên vir Jiyan û Şivanin.’
Divê ez xwe zêdetir pêş bixim
Asyayê 22 sal berê hevserê xwe di qezaya trafîkê de winda kir û piştî vê têkoşîna wê ya li dijî nêzîkatiya serdest ya civakê dest pê dike. Li dijî zextan têkoşîna azadiya jinê esas digire û dibêj ew wek jinek cihê wê nava siyaseta Kurd e û di 2000'î de di xebatên siyasî de girt. Di xebatan de bi rûketiyaniya xwe dihat zanîn. Herî dawî salek berê wek Hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê hat hilbijartin.
Dayika wê Emîne Urun, Asya vegot.
‘Asya min a melek’
Dayika wê Emîneyê diyar kir ku ti carî Asyayê dilê wê ne êşandiye û got: “Min jî ti car dilê wê neêşand. Asya min wek melekekê bû. Heta gihişt şehadetê serê min nexist ber min. Ez bi kesayet û têkoşîn wê serbilind bûm. Hezkirin û rêzdariya navbera me ti car neqedya. Li hemberî hemû kesî wisa bû. Her kesî jê hez dikir. “
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî Asyayê di têkoşîna azadiya Kurd de cih girt şûnde, li cem me nirxa wê zêde bû. Bi kesayeta xwe ya welatparêz têkoşîn meşand. Ji bo xaka xwe rojekê nesekinî. Mala xwe jibîr kir. Her tim beşdarî xebatan dibû. Demek dirêj ji ber xebatan nehat malê. Ez lê geriyam.min got ti nayê, got dayê rêya ez pê de diçim, ji rêya ku ez têm gel te pîroztire.”
‘Em çi bibin bila bibin, xemgîn nebin’
Emîneyê got herî dawî di bodromên hovîtiyê de bi telefonê axivîne û got: “Got li cem me birîndar hene. Min got ti çi xwarinê didî birîndaran. Got şorbê dide birîndaran. Got hinek hevalên wan bi giranî birîndar bûne, lê bi derfetên xwe li wan dinêrin. Piştî ji bodromê derket şûnde me hefteyekê agahî jê negirt. Hefteyek şûnde me xwe gîhandê. Got em başin. Ji min re got ‘dayê ya emê bimirin, yan jî emê bên girtin. Çi bi me were bila were xwe xemgîn neke. Zarokên min emanetê te ne. Baş li wan binêrin.”
‘Piştî birayê xwe..’
Emîneyê diyar kir ku di 1995’an de birayê wê Necmetîn Urun jî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û got: “Min û keça xwe dest ji têkoşînê berneda.Di salên 2000’î de bi vekirina DEHAP’ê re li Qilabanê dset bi têkoşîna siyasî kir. Ev 15-16 sal bû fedekarî dikir.”
‘Bila ji bo Asya min soza min be’
Emîneyê diyar kir ku ew soz dide keça xwe, heta temenê wê têr bike, wê heta Ewropayê biçe û hesabê keça xwe bipirse. Emîneyê wiha got: “Ez bi keça xwe serbilindim. Dilê min şewitî. Ez ji doza keça xwe dest bernadim.”
(hu)