'Avahiyên beton sihbetên me qedandin’

10:51

JINHA

WAN - Jinên li taxa Xaçortê yên ku ji ber zordariya dewleta tirk ji gundên xwe bi zorî hatî bajar û li Wanê cih bûn diyar kirin ku ew hemû yêk nasdikin û welatiyên Xaçortê jî berxwedana xwe bi hev re dikin.

Di salên 1990'an de bi polîtîkaya şewitandin û wêrangirina gundan a li Kurdistanê hatî despêkirin re koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve despêkir. Gelek welatî neçarbûn ji gundên xwe derketin û ketin nava bajêr de. Welatiyên hatî Wanê piranî li taxa Xaçortê dijîn. Jinên li taxa Xaçortê dijîn gotin: “Dewletê çawa salên 1990’an em ji gundên me derxistin, niha jî polîtîkayên xwe yên qirêj di nav bajêr de berdewam dike. Em welatiyên Xaçortê destê xwe didin yêk û li hember wan berxwedana xwe berdewam dikin."

Jina bi navê Pakîze Orhan a ku ji gundê Colemêrg ê hatî li Taxa Xaçortê dijî di derbarê zoriyên di nava taxê de dijîn de wiha axivî: “ Polîsên dewleta tirk her roj li nava taxan digerin û aramîye nade me welatiyan. Dewletê çawa gundê me şewitand niha jî armanca wan ew e ku me ji ser axa me derbêxe. Armanca dewletê pêk nayê û dewlet her ku diçe jî têk çûna xwe diyar dike. Em bi dorpêçkirin û êrîşên dewletê xwe bi hev re diparêzin. Em xelkê Xaçortê hemû jî di taxên xwe de berxwe didin heya dawiyê jî dê wisa berdewam bike. Em bi rengên xwe hene, em ê çawa doza xwe jibîrbikin."

Dayika bi navê Sitî Abî ya 75 salî ya ji gundê xwe yê li ber zozanên Feraşînê hatî li Xaçortê bicîhbûyî jî got: “ Em li gundên xwe li ser axa xwe keyfxweşbûn. Jiyana gundên me bêhempa ye ne wek bajarane. Em di nav xwezayê de mazin bûn. Rojên şahî ya me hemû jina alîkarî yêk dikir. Jiyana me hevpar bû. Jiyana Wanê tuneye. Dema em hatin bajêr de zarokên me jî hemû çûn cihên cuda. Em gundên xwe keyfxweşbûn. Malên me tunebûn. Yêk mezel hêbû lê keyfxweşiyek mazin hebû. Sihbetên me çanda me di gel hatina bajêr windabûn. Bajêr mazine avahiyên gelek mazinin lê sihbetên kêm in.”

'Avahiyên beton sihbetên me winda kirin’

Kantar Aslan (75) 22 sale ji gundê xwe yê Feraşînê ji ber zordariya dewletê derketîye û jiyana xwe li Wanê berdewam dike jî gazincên xwe yê li ser bajar wiha anî ziman: “Em li gundê xwe gelekî dewlemend bûn. Serê sibê dirabûn û diçûn deşt û zozanên xwe. Me gelek zor û zehmetî kişand lê em keyfxweşbûn li ser axa xwe. Ceyranên me tunebûn keyfxweşiya me li hemberî çirîska çirayêbû. Ew çira dibû derdû kulên me û guh dida çirokên me. Me ji bo zarokên xwe li hemberî çirîska çiyayê çîrok digotin. Heya ku gundên me hatin şewitandin û em neçar bûn koçber bibin."

Dema ku em bi zorî ji gundên xwe koçber bû me tenê nivînên xwe li gel xwe anîn bajêr. Me di nava bajêr de jî gelek zor û zehmetî kişand û em dîsa jî hînê bajêr nebûn. Jiyana bajêr tuneye. Sihbetên me keyf xweşiyên me hatin windakirin. Ew avahiyên beton sihbetên me kuştin. Dilê me nexweşe. Hemû kesan diwar kişandiye û derên wan girtîne. Ka jiyana çol û çiyayan? Keyf xweşîya me li hemberî cirîska cirayê bû."

(hk-htk/zt)