1. Konferansa Jinên Ciwanên Başurê Kurdistanê despêkir
11:50
Jinha
SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê 1. Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya "Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakekî demokrat û azad ve" bi beşdarbûna 70 delegeyan destpê kir.
Li Salona Cdo ya bajêrê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê 1. Konferansa Jinên Ciwan bi diruşma "Birêxistina jinên ciwan ber bi civakek demokratîk û azad ve" bi rêzgirtinê despêkir. Salona konfrnasê bi posterên Rêbrê PKK'ê Abdulah Ocalan û jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Pakîze Naîr, Fatme Uyar, Sêvê Demîr, Viyan Soran, Destîna Qendîl û gelek jinên dinê yên di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye xemland. Herweha pankartên bi ser nivîsên weke "Li hember her cureyên êrîş û tundiya ser jinan tekoşîna azadiya jinan pêş dixin", "Em di riya Şehîd Ronas û Şehîd Bermal de têkoşîn dikin" û "Em berxwedan Bakur silav dikin" hatin daleqandin. Konferansa ku bi tevlî buna 70 delegeyan despêkir axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Komeleya Azadiya Kurdistan Şîlan Şakir ve hat kirin.
'Ev konferans ji bo jinên ciwanên Başur peyameke'
Şakir bal kişand li ser têkoşîna jinên şoreşger û wiha got: "Ev konferans ji bo jinên Başûr weke şoreşekê ye. Em vê konferansê pîroz dikin. Di roja jina şoreşger Leyla Qasim li ber sêdarê bi helwesta xwe xeta berxwedanê nîşan dayî de lidarxistina konferansekî wiha ji bo jinên Ciwanên Başûr peyemeke."
Şîlan da zanîn ku ev ji bo rêxistinkirina jinên ciwan li Başurê Kurdistanê gaveke û wiha domand: "Heya niha li Başûr gelek rêxistin ji bo jinan pêkhatine, lê heya niha bi navê jinên ciwan li başûrê Kurdistanê konferansekî wiha nehatiye lidarxistin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat. Her çar parçeyên Kurdistanê di qonexên girîng re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê em di ferqa girtingiya rol û mîsyona xwe debin."
Şîlan wiha berdewam kir: "Despêkê têkoşîna azadiyê bi 2 jinan destpêkir, yek jî wan Sakîne Cansiz bû, lê niha bi hezaran jin li derdora vê têkoşînê kom bûne. Di her warî de cihê xwe girtîne. Di roja îro de êdî jin dîroka xwe dinivîsin. Di pêvajoya dîrokê de hêzên serdest dixwestin bi taybet jinan bêdeng bikin, lê roja îro de li Şengel, Rojava û Bakûr jin parastinê dike. Mînaka herî dawî ya Şengalê ye. 17 hezar pêşmerge li wir bûn ji ber jin di nava wan de nebûn nekarin bi parêzin, lê niha jinên Kurd di parêzin. Di roja îro de jinên Kurd planên li ser gelê Kurd pûç kirine. Îro Kurd bûnen xwedî statûyek siyastî."
Şîlan destnîşan kir ku heya niha li Başurê Kurdistanê siyasetek bê beşdarbûna jinan hatiye meşandin û wiha dom kir: "Li Başûrê Kurdistanê heya niha siyasetekî bê jin hatiye meşandin, bi taybet li Iraqê tevahî rê nedane jin beşdarî siyasetê bibin. Ji ber vê yekê lidarxistina konferansek wiha ji bo jinên ciwan û jinên Başûr gûhertinekî nû û şoreşî nû ye. Baweriya me heye eger jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin wê bikarin siyaseta dîkdator ya li Başûr heye bi guherin. Dûbere em konfansê li tevahiya jinên ciwan ên Başûr pîroz dikin."
Paşê jî Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Mujde Alî jî nirxandin kir û got: "Aramanca konfransê komkirina jinên ciwane di bin banê rêxistinekê de ye. Ji bo ku em li hember pergala deshilatdar a dixwaze li ser Rojhilata Navîn bi taybet ji li ser Kurdistanê serweriyê bike têkoşîna xwe pêş bixin me pêdivî bi konferansek wiha dît. Emê bi nirxandin û biriyarên xwe bernameya pêşerojê jî danin pêşiya xwe."
Konferansa ku dê heya saet 17.00'an berdewam bike bi nirxandina didome.
(şb/zt)