Leyla İmret: Divê BM di daxwazên xwe de îsrar bike
11:53
JINHA
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku daxuyaniya NY'ê girîng e lê ji bo hovîtiyeke ku hemû cihan bû şahid daxuyaniyeke derengmayî ye. Îmret a nirxandina "şopên hovîtî û qatlîamê hê jî hene" kir xwest ku NY û Ewropa li ser lêkolînkirina di cih de raweste, bi israrû bi lezgîn tevbigere.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret daxuyaniya têkîldarî binpêkirin û lêpirsîna serbixwe ya der barê bûyerên ku 79 rojan li navçeya Cizîrê qewimî de ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nirxandin kir. Leyla bilêv kir ku daxuyaniya ku NY'ê kiriye girîng e lê daxuyaniyekî derengmayî ye. Leyla anî ziman ku daxuyanî û daxwaza NY'ê ji bo gelên Tirkiyeyê girîng e, dewletê li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û divê cihan vî sûcî qebûl neke. Leyla bal kişand li ser qatlîamên li navçeyê û diyar kir ku gelê Cizîrê dê vî zilmê ji bîr neke. Leyla xwest ku Ewropa li ser vî hovîtiyê raweste û lêkolînekî berfirep bike, xebatekî bi vî rengî ji bo kesên ku xizmên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin girîn ge.
Cenazeyên 60 sivîlan nehatin teşhîskirin
Leyla da zanîn ku li jêrzemînên hovîtiyê cenazeyên 60 sivîlên ku hatin qetilkirin hê jî nehatine tespîtkirin û wiha berdewam kir: "Malbat hê jî êşa vê yekê dijîn. Her roj diçin xwîn didin lê cenazeyan nadin malbatan." Leyla xwest ku NY li ser vê yekê raweste. Leyla destnîşan kir ku dozgerên dewletê hê jî li jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê lêkolîn nekirine, li ber çavên hemû cihanê mirov bi saxî hatin şewitandin, ji bo ku ev di tariyê de nemîne çi ji destên wan bê dê bikin.
'Şopên hovîtiyê hê jî heye'
Leyla got ku heyetên ku piştî dorpêç û qedexeyê hatin navçeyê bûn şahidê hovîtiya dewletê û ev agahî da: "Dema ku heyet hatin hê jî şopên hovîtî û qatlîamê hebûn. Ji jêrzemînan parçeyên hestiyan ên şewitî, bêhna hovîtiê, di nava xurdikan de parçeyên hestiyan ên ku derketin, hemû şopên hovîtiyê ji aliyê cihanê ve hate dîtin. Tu biryarên ku ji bo sivîlan û gel hatin girtin bi cih nehatin. Em dixwazin ji bo ku li Tirkeyeyê heman sûcên li dijî mirovahiyê pêk neyên berpirsyar bên darizandin û cezakirin."
(zt)