Li Malên Hezkirinê îstîsmara zayendî
12:29
JINHA
BURSA – Hate diyarkirin ku li Malên Hezkirinê yên girêdayê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî, zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Di tesîsa girêdayê wezaretê de nêzî zarokî di bin parstinê de tên girtin û hat gotin ku têkildarî bûyerê de 2 kes hatine binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya parlamenterê Bursayê yê CHP’ê Erkan Aydin kul i Lijneya Giştî ya TBMM’ê kiriye, li Malên Hezkirinê yên girêdayê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Bursayê, zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Erkan diyar kir ku têkildarî mijarê de du peywirdar hatine binçavkirin û ji van kesên hatine binçkirin, yek hîna tê lêpirsînkirin û serbestkirina kesê din jî mijara gotinê ye. Parlamenterê CHP’ê diyar kir ku ev tiştekî bi xof e.
Rayedaran jî têkildarî mijarê de axivî û hat diyar kirin ku bûyer li ser gilîkirina mamosteyên li kreşên peywirê dikin derketiye holê. Rayedaran da zanîn ku du zarok mexdur bûne û gotin: “Îdiayê întîkalê dozgeriyê kiriye. 2 kesên li saziyê wek xizmetkar û teknîsyen dixebitîn hatine binçavkirin. Ev çiqas raste ne diyare. Lêpirsîn didome.”
Berê jî Weqfa Ensar hatibû parastin
Li Bursayê li Malên Hezkirinê 100 zarok di bin parastinê de ne. Li gorî wezareta Civakî û Malbatî di skandalên berê di Weqfa Ensar a Karamanê û KAÎMDER’ê hatibûn jiyîn de jî, xwedî li weqfan derketibû û gotibû bûyereke carê hatiye jiyîn divê zirarê nede xizmetên bi nirx.
(hu)