Li Erxeniyê xebatên 'şidet û aboriyê'

12:50

JINHA

AMED - Xebakara Beşa Jinên Şaredariya Erxeniyê Civaknas Tulay Bingol di derbarê xebatên xwe yên bi navê 'şidet û aborî' li navçeyê dayîn despêkirin de agahî da û got: "Jin rastî şideta fizîkî û zayêndî tên. Ji bo ku azadiya jinê ya aborî tune û bawernake bi tenê jiyan bike, ji bo wê jî ji hevjinê xwe yê ku şidet lê dike venaqete. Di xabatên ku me dane destpêkirin de em gihiştin encama ku jin ji bo girêdayî aboriyê ye, nikare deng derxe."

Xebatkarên di Beşa Jinên Şaredariya Erxeniya Amedê de dixebitin, xebata li hember şideta ser jinan 'şidet û aborî' dan despêkirin. Ji jinên di nava xebata 'şidet û aborî' despêkirî Tulay Bingol diyar kir ku Erxenî xwedî civakek girtiye û wiha berdewam kir; "Em 4 jin vê xebatê dimeşîn in. Em bi çar jinan re peywira şêwirmendiyê didin mêşandin. Em derî derî digerin û li pirsgirekên jinan guhdar dikin. Ji bo vê me xwest li ser van pirsgirekên aboriyê bisekinin. Jin rastî şideta fizîkî û zayendî tên. Jin di tirsin ku malê terk bikin. Em gihiştin encama ku jin aborî weke çavkaniya jiyanê dibînin."

'Jin bi çandiniyê re tên gel hev'

Tulay ragihang ku ji bo jin li hemberî şidetê bê deng nemînin wan dest bi anketa 'şidet û aboriyê' kiriye û wiha berdewam kir: "Em wek Beşa Jinan ji bo van pirsgirêkan xebatan didin meşandin û hîn jî berdewam dikin. Em dixwazin xebatên me bi daxwaza jinan be. Em ji jinan pirsên 'hûn diwxazin li Erxenî derfetên kar çebibe', 'eger ku derfetê kar hebe hûn dixwazin bixebitin? dikin. Em van bersivên didin û jin dixwazin li kîjan qadan bixebitin diyar dikin. Em li ser bersivên jinan nîqaşan dikin be ka jin li qadê zeviyan û berhemên desta em dikarin qadê çawa yê kar ava bikin. Jin dê bi çandiyê re bên gel hev û wê derfetên ku bikaribin berhemên destê xwe jî bifroşin. Piştî ev xebat dawî bûn em ê meyze bikin ka me çi feydê ji jinan re kiriyê em ê nîqaşan dibin meşandin. Em ê li ser daxwaza jinan semîneran çêkin. Em ê atolya ku jin bikaribin berhemên keda destê xwe bifiroşin bi vî rêngî aboriya xwe azad bi dest bixin. Êdî derfetê kar yê jinan hebê."

Tulay bilêv kir ku dibe ji van bûyerê dawî îstîsmara zayêndî hemu civak bertekan nîşan bidin û wiha gotinên xwe berbi dawî bir: "Dema Beşa jinan tune bû bûyerê îstîsmara zayendî zêdetir bûn. Dema jin niyeta me ya alîkariyê fêmdikin pirsgirekên xwe bi me re pardikin. Bi vî rengî jin hîn bêtir vekirine, carna dema em li pirsgirekên jinan guhdar dikin kêmahiya çareserkirinê dikşînin."

(dt/zt)