Jinên HDP'î ên ku diçûn taziya Asya Yûksel hatin asteng kirin

12:53

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'î yên jin jî di nav de, koma ku ji bo beşdarbûyîna taziyeya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a hat qetilkirin ketin rê, li Bajaroka Qesirgê hatin rawestandin û bi hinceta "Di rê mayin heye" destûra wan nayê dayîn. Jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'î yên jin jî di nav de, heyeta ku ji bo beşdarbûyîna taziyeya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a li Cizîra Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin û piştî 3 mehan cenazeyê wê hat wergirtin, ketin rê di têketina navçeyê de hatin rawestandin. Jinên HDP'î yên li Bajaroka Qesirgê ya Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin, bi hinceta "Di rê de mayîn heye" destûra çûyîna wan nayê dayîn.

Piştî ku bo wan hat diyar kirin ku bêyî destûra walîtiyê dê destûr neyê dayîn, jinan daxwaza belgeya "Qedexeya beşdarbûyîna mewlûdê" kir. Ji ber destûra wesayîtên din tê dayîn û ya koma nayê dayîn, jinên HDP'î li hemberî van pêkanînên kêfî bi çalakiya rûniştinê bertek nîşan dan.

Di nav komê de, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP'î Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Ferhat Encu, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, Endamê Meclîsa HDP'ê Nazim Kok, hevşaredarên jin ên şaredariyên DBP'î û xebatkarên KJA'yê yê jî hene.

(rc)