Kamyona Harfiyatê jina ciwan qetil kir

13:03

JINHA

STENBOL- Xwendekara Zanîngehê Şule Îdîl Dere ya 23 salî ku li Parka Yogurtçu ya Kadikoy dimeşiya, kamyona ku herî dibir, lê qelibî û jina ciwan jiyana xwe ji dest da.

Kamyona bi plakaya 34AJ4681 ku di çarçoveya xebata Paqijkirina Kurbaglidere de herî dibir ya ligel Parka Yogurtçu ya navçeya Kadikoy ya Stnebolê, li jina ciwan Şule Îdil Dere ku xwendekara zanîngeha Stenbolê bû, qelibî. Welatiyên ku bûyer dîtin agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Di endama lêkolînê de hat hînbûn ku Îdîlê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê wê rakirin saziya Tipa Edlî û ajokarê ku navê wî nehat hînbûn jî birin Navenda Polîsan a Kadikoyê.

(hu)