Vê carê Walîtiyê jinên HDP'î asteng kir

13:56

JINHA

ŞIRNEX - Koma HDP'ê ya jinan a ku xwestin biçin serdana sersaxiyê ya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel piştî ku bi hinceta "di rê de mayin heye, lêgerîn tê kirin" hate astengkirin vê carê jî ji aliyê walî ve hate astengkirin.

Koma HDP'ê ya jinan a ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî heye ji bo sersaxiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel dema ku diçûn Qilabanê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta "di rê de mayin heye lêgerîn tê kirin" hate astengkirin. Piştre jî bi fermana walîtiyê ve bi awayeke kêfî hate astengkirin. Koma HDP'ê li bajaroka Qesrîkê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "di rê de mayin heye lêgerîn tê kirin" hate astengkirin li ser vê yekê komê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di vê navberî de di navbera jinên HDP'î û rayedarên leşkerî de nîqaş derket.

Piştî "lêgerîna mayinan" leşkeran destûr dan lê vê carê jî Walîtiya Şirnexê operasyonên li bajar hincet hate nîşandan û destûr nehat dayîn. Li ser fermana walîtiyê destur nehat dayîn ku jin bikevin bajaroka Dêrgulê ya 20 kîlometre dûrî bajar e.

Koma jinan a HDP'ê xwestin fermana nivîskî nîşanî wan bê dayîn. Di nava komê de ji bilî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca, Ferhat Encu, Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, Endamê MP a HDP'ê Nazim Kok, hevşaredarên jin ên DBP'ê û endamên KJA'yê hene.

Koma jinan sekna xwe didomîn in.

(rc)