Li Amedê şofêrên otobûsan ên jin zêde dibin
14:34
JINHA
AMED - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hejmara şofêrên otobûsan ên jin zêde bibe perwerdeya xwe didomîne. Bi saya vê perwerdeyê her sala paştir hêjmara şofêrên jin zêdetir dibe û armanc e ku îsal 35 ajokarên jin dîreksiyona otobûsan badin.
Midûra Şaxa Xurtkirina Aboriya Jinan a bi ser Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fatma Esmer, aşkere kir ku di çarçoveya pêşxistina jiyar û debara jinan de par wan dest bi rahênana ajotina otobûsan kir, bi 4 jinan şofêriyê dest pê kir. Fatma, bal kişand ku xelkê bajêr şofêriya jinan a otobûsan bi xweşbînî pêşwazî kir, li ser wê yekê wan dîsan dest bi rahênanan kiriye û got ku 60 jinên ku dibêjin “ez dixwazim bibim ajokar” serî li wan daye û 6 ji van jinan meha sibatê pê ve dest bi rahênana pratîk kiriye.
Fatma bi bîr xist ku armanca wan ew e ku di nav îsal de 35 ajokarên otobûsan ên jin peyda bibin û got ku bi saya van xebatan rol û nêrîna civakê ya bo jinan jî diguhere.
‘Min li balafiregehê dît, kêfa min pê hat’
Berşofêr Sabahat Sever a ku ji rahênanê sûdê werdigire, diyar kir, meraqa wê bo şofêriyê heye, xiyala wê ye ku erebeyên mezin biajo û got ku dema wê li balafirgeha Amedê şofêrên otobûsan ên jin dîtine gelekî kêfa wê bi wan hatiye. Sabahat, aşkere kir ku ji ber vê yekê jî wê, ji bo şofêriyê serî li Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan daye.
Pîroz Yilmaz a ku dil heye bibe şofêra otobûsan jî aşkere kir ku wê sala par ji bo şofêriyê serî li wan daye, ji meha sibatê pê ve dest bi rahênana pratîk kiriye û got ku ber bi dawiya hezîranê ve dê perwerdeya wê biçe serî û biçe ser dîreksiyona otobûsê. Pîroz weha got, “Bila jin vî karî li ber çavên xwe mezin nekin. Karekî giran nîn e.”
(rc)