Çalakiyên Serê Gulanê destpekir
16:48
JINHA
AMED - Li Farqîn ê çalakiyên Serê Gulanê ku wek kevneşopiyan hersal tê pîroz kirin destpêkirin.
Li navçeya Farqîna Amedê çalakiyên Serê Gulanê yên weke kevneşopî her sal tên pîroz kirin destpêkirin. Serê Gulanê ku bi Roja Cejna Zimanê Kurdî re dikin yek û 3 rojan berdewam dike. Dê di çarçoveya çalakiyê de wêneyên zarokên di atoliyeya Navenda Çanda Zembilfroş perwerdeya wêneyan dibînin jî hatin pêşandan. Pêşangeha ku li ber avaniya şaredariyê bi navê 'Pêşengeha bi xêz û rengan rihê zarokan' vebûyî ji aliyê Hevşaredarên Farqînê Zuhal Tekiner û Keren Canpolat, endemên meclise şaredariyê, reveberên DBP'ê HDP, reveberên Navênda Çanda Zembilfiroş, xwendekar, xebatkarên şaredariyê û gelek zarokan ve hat ziyaret kirin.
Ji aliyê şanoya atolyê ve piştî we li Navênda Çanda Zembifiroş lîstika şanoya bi navê 'Gurê Manço' hat peşandan.
Şanoya ku ji aliyê zarokan ve gelek hat hezkirin dê carek din saet di 17.00'an de li ser dikê bê pêşandan.
Dê çalakî sibê bi hatina gelhev a welatiyan li ber şaredariyê, çuyîna seyran û ziyaretan berdewam bike.
(dt/zt)