Li Elbakê pirkukên çîrokan hatin belavkirin
17:27
JINHA
WAN - Li Elbakê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pirtukên çîrokan hatin belav kirin.
Roja ku kovara Hawar dest bi weşana kurdî kirî 15'ê Gulanê hersal wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Bi boneya Roja Cejna Ziman Kurdî Kurdî-Der'ê li navçeya Elbaka Wanê daxuyanî da û pirtukên çîrokên kurdî belav kir. Di daxuyaniyê de mamosteyê Kurdî - Der'ê Ertugrul Korkmaz û mamosteyên piştevaniya mala perwerdê û xwendekar amede bûn. Di daxuyaniyê de Ertugrul Korkmaz got ku ew dixwazin astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin.
Piştî daxuyaniyê li navenda bazarê pirtikên kurdî li esnafan hatin belav kirin.
(dt/zt)