'Kûlîkên baxçeyê Ocalan bi hatina biharê re reng daye xwezayê'

09:07

Hatîce Kaya/JINHA

WAN- Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê 17'e sal pêşî niha jî bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçeyek ji darên fêkiyan ên cur bi cur çandin. Dayikên ku navê baxçeyî jî kirine 'Baxçê Serokatî' gotin, "Bi hatina biharê baxçê serokatî bi rengê kulîlkên xwe dora me xemilandin. Zarok jî bi kelecanek mezin li benda fêkiyên baxçê serokatî disekinin."

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê 17'e sal berî niha ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçeyek ji darên fêkiyan ên cur bi cur çandibûn. Bi hatina biharê re kûlîlkên darê vebûne. Dayîkên ku bi kedên mezin baxçeyê xwedî dikin diyar kirin ku zarokên taxê bi kelecanek mezin li bendê fêkiyê baxçeyê ne. Dayika Hanîfe Kaçak diyar kir ku niha di baxçeyê ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çandine, tevahî dar kûlîlkên wan vebûne û got ew bi kêfxweşiyek mezin baxçeyê xwedî dike.

'Çawa kûlîlkên daran vebûn hêviya me mezin bû'

Endama Dayikên Aştî Henîfe Kaçak (59) diyar kir ku kûlîlkê baxçeyê Rêberê PKK'ê bi hatina biharê re vebûye û wiha got, "Baxçê Azadiyê bi hatina biharê kelecanek mezin kûlîlkên xwe di nav xwezayê de vekirin û derdorên me bi rengên xwe xemilandin. Çawa kûlîlk vebûn wê demê jî hêviya me jî mezin bû. Em hêvî dikin ku hêj wan kûlîlkan fêki nedayî serokê me azad bibe."Hanîfe wiha domkir, " Niha darên baxçê yê kûlîlkên xwe vekirin û zarokên taxê jî dizanin ku fêkiyên baxçê serokatî dixwên û tên dibêjin 'dayê dê kengî fêkî çêbibin, em li benda fêkiyên serokatine.' Ez jî dibêjin piçek maye em ê bi hevra fêkiya bixwin û em jî mina zarokên taxê li benda fêkiya disekinin."

'Hemû welatî sûde ji Baxçê Serokatî digrin'

Jina bi navê Medîne Kaçak jî li ser baxçê ye ku ji bo Rêberê PKK danî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Ew baxçe jinan ji bo serokatî danîye û bi salane bi qedrekî mezin jî em hemû kes xwedî li baxçe derdikevin. Serokê me gelek hes xwezayê dikir û me ew baxçe danîn li ser navê serokatî û mirovên taxê jî hersal bi hatina havînê sûdê ji baxçê digre. Zarokên me her roj dibêjin em ê kengî fêkiyan bixwin û bi coşek mezin xwedî li bexçê derdikevin."Medîne pêde çû, "Bi hatina biharê û rengên baxçeyê xwe xemilandî em dirûnin û sihbetan di nav baxçê dikin. Em qedrekê gelek mezin didin baxçê serokatî."

(rc)