'Jin bi keda xwe berhemên dewlemend afirandiye'

09:08

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Hêlîn Ebdo ya ku ji ber êrîşê çeteyan derbasî Efrînê bûye diyar kir ku ew ji bo pêdiviyên jiyanê xwe pêşwazî bike dixebite û got, "Jin di her qadê de afrînerin."

Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelek welatî neçar man ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê koçî Kantona Efrînê bikin. Yek ji ciwanên ku ji taxa Şêx Meqsûd koç kiriye Hêlîn Ebdo ye. Şêrîna 15'e salî ji bo pêdiviyê jiyana xwe pêşwazî bike û piştgirî bide malbata xwe li dirûngeha xweser dest bi xebatê dike. Şêrîn anî ziman ku her jin dikare bawerî bide hêza xwe û tevlî xebatê bibe.

'Jin bi keda xwe berhemên dewlemend afirnadiye'

Hêlînê diyar kir ku jin bi kedê xwe berheman diafirîne û wiha got, "Jin her dem afrîner bûye, bi keda xwe berhemên dewlemend jî afirnadiye. Dema kar tê gotin jin tê bîra me, jina ku ji tunebûnê hebûnê çêdike. Min jî xwest ku yek ji wan jinên xwedî nirx û berhem bim. Dayîka min di kargeha cildirûnê ya xweser li Kantona Efrînê de dixebite, ji bo peydakirina pêdiviyên malê. Ji ber hezkirina min a ji kar re min xwest ku bi dayîka xwe re kar bikim. Ez jî niha di kargehê de karê utiya cilan dikim û bi vî karî gelekî kêfxweş im. Di nava du saetan de jî 35 parçe cil utî dikim."

'Divê tevahî jin xwe tevlî xebatên civakî bikin'

Hêlînê da zanîn ku bi vî karî ew û dayîka xwe debara mala xwe dikin û wiha dom kir: "Berê digotin jin nikare kar bike ango bi taybet karên giran bike, lê berovajî wê jin her dem vê yekê vala derdixe, bi taybet jina kurd bûye bersiva vê yekê. Tevî hemû kiryarên desthilatdariyê ku jinê ji rastiya wê dûr bixîne, berevajî wê jin dibe têkoşera herî mezin li hemberî wê û rastiya civaka ku bê jin nabe derdixe holê. Ez ji hemû jinan hêvî dikim ku hêza xwe ya veşartî zindî bikin û ji bo xizmeta civakên xwe bikar bînin."

(cc/rc)