‘Em koçî bajarên Tirka nakin û bi zorê nabin Tirk’

09:09

JINHA

ŞIRNEX- Fatîm Kulter ya ji ber êrîşên qirkirinê ya Şirnexê, li Bajaroka Sêgirgê kon vedan û têde dijîn, ji salên 90’î heta niha 4 caran koç kirin. Fatîm da zanîn ku bi van êrîşan dixwazin gel koçî bajarên rojava bikin û got: “Em dest ji xaka xwe bernadin. Çiqas bombe bikin, çiqas bişewitînin jî em nabin Tirk.”

Fatîm Kulter ya 75 salî gundê wê Sergê Mihemêusê di 1990’î de tê şewitandin û valakirin. Fatim bi malbata xwere gund koçî navenda Şirnexê dike. Li wir bi bi kedeke mezin xaniyê xwe çêdikirn lê ji ber zextên ku dibînin, xaniyê wan hildiweşînin û vê carê jî koçî bajaroka Kumçati dikin.Fatim bi mehan li Kumçatiyê di kon de dijî û tevî vê zor û zehmetiyê dîsa neçe metropolan. Fatim û malbata xwe ji vir dîsa bar dikin Şirnexê û piştî ku qedexeya derketina derve li Şirnexê hat îlankirin şûnde, çû bajaroka Sêgirgê ya Qilabanê û kon vedan. Fatim û malbata xwe di kon de jiyana xwe berdewam dikin. Fatim bi zarok û neviyên xwe re di konde jiyana xwe didomîne û tevî temenê wê yê ketî û şertên dijwar yên jiyanê, diyar dike ku ew xaka xwe terk nake.

‘Em ji ber zextên dewletê hatin’

Fatimê da zanîn ku ew niha nizane xaniyê wê di çi rewşê de ye û got: “Şirnex şewitandine. Tiştek nemaye. Xaniyên me hilweşandine. Em li vir di konde dijîn. Em 10 kesin. Bi şev dema radizên perdeyê dikişînin navberê. Em dîsa jî xaka xwe terk nakin.Em ji ber zextên dewletê neçar man hatin vir.

‘Em naçin Rojava’

Fatimê wiha berdewam kir: “Em dixwazin bi awayekî azad li xaka xwe bijîn. Em dixwazin li xaka xwe bijîn. Ev xaka me ye. Çi ji me dixwazin? Xak ne ya wane. Xanî ne xaniyê wan e.Dixwazin Kurdan asîmîle bikin. Dixwazin koçber bikin. Lê em dest ji xaka xwe bernadin. Me bombe jî bikin, bişewitînin em nabin Tirk.”

Em zozanên xwe digeriyan

Fatim, zilma di salên 90’î de bi wan hatiye jiyandin vegot ûwiha berdewam kir: “Berê jiyana me ya li gund gelek xweş bû. Sibehê heta êvarê em li zozanên xwe digeriyan. Me karê xwe bi hezkirinek mezin dikir. Leşker hatin gundê me. Mêr li qada gund berhev dikirin, îşkence lê dikirin. Îşkence li bavê min kirin. Gundê me şewitandin. Li jinan û extiyaran îşkence dikirin.”

‘Me rehet berdin’

Fatimê di dawiya axaftina xwe de got ew li bendê ne ku qedexe rabe û got tenê daxwazek wan heye, bila wan rehet berdin.

(hu)