Astangdarê çavan Zehra bi hêvî û heskirin dagirtiye gerdûna xwe

09:09

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Zehra Şêx ji zikmakî ve astangdarê dîtinê ye lê gerdûna wê bi hêvî û heskirin dagirtiye. Zehra stran dibêje û stran jêre dibin ronî.

Zehra Şêx di sala 1983'an de ji gundê Şêran a ser bi Kantona Efrînê hatiye cîhanê. Ji zikmakî ve çavên wê nabînin û ew û xwîşka xwe alîkariya hev dikin, ji bo pêdiviyên jiyanê. Zehra ji mûzîkê pir hez dike û bixwe jî her ku derfet bibîne stranan dibêje. Çavên wê nebînin jî ew li roniyekê ji bo cîhana xwe. Di 7 saliya xwe de dengê mûcîzekar ê mûzîkê bala wê dikişîne. Herî bêtir ji ji stranên netewî guhdar dike. Koma Berxwedan, Xelîl Xemgîn, Şehrîbana Kurdî, Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan dibin hunermendên zarokîniya wê. Hertim xwest wek wan bistirê û ji êşên welatê xwe re bibe deng. Lê malbata wê vê yekê asteng dikin. Zehra xemgîn dibe ku li wan deman difikire û wiha dibêje "Min dixwest ez bistirêm, li malbata min nedihiştin ez vê xeyala xwe pêk bînim. Korbûna min wek eybekê didîtin û nedixwestin kesek min bibîne."

Zehra ji mûzîkê pir hez dike û dixwaze ku bi hemû aliyan ve fêr bibe ji bo ku hestên dilê xwe bi rêya mûzîkê bîne ser ziman. Piştî demekê bav û dayîka wê wefat dike. Ew û xwîşka xwe bi tenê dimînin. Di nav tirs û heyecanê de stranên xwe dibêje. Zehra wiha dibêje, "Di demên borî de stran gotin û karê mûzîkê ji bo jinan eyib dihate dîtin. Lê zilam karê çand û hunerê dikarî bi serbestî bike. Jin piranî ji bo zewac û zarokanînê dihate fikirîn. Lê her ku diçe di ev neheqî û newekhevîtî ji holê radibe."

Yek ji xeyalên xwe Zehra pêk anî ew stranên dile xwe yek bi yek dibêje, lê hîna pir tişt hene ku dixwest bike, dibêje "Ger ku çavên min bidîta, ez ê tevlî hêza parastina jinê YPJ'ê bibûma û minê parastina welatê xwe û Rêberê xwe bikira."

(şa/rc)