'Me dev ji Sûrê jî û zimanê xwe jî berneda'
09:11
JINHA
AMED -Jinên Sûrê ku ev 5 mehe dibin dorpêça dewletê dene bi hatina Cejna zimanê Kurdî re bi rihê berxwedanê xwedî li ziman û Sûra xwe derketin. Dayîka Zeynep bertek nîşanê zextên li ser zimanê zikmakî kir û got, "Digotin ku eger kesên bi tirkî nizanibe nikarin li vir bijîn. Ez ev 66 sale bi tirki neaxivim û tenê bi zamanê zaza diaxivim û dijîm jî."
Jinên Sûrê ku ev 5 mehe dibin qedexeya derketina kolanan û dorpêçê deye Roja Cejna Zimanê Kurdî dibin zext û zordariyan de pêşwazî dikin. Jinên Sûrê ji bo li dijî komkujî û zextan banga yekîtiyê li hemû gelan kir. Jina bi navê Zeynep Demîrci (66) ku li taxa Alîpaşa ya Sûrê dijî tu carî bi zimanê tirkî ne axiviye û bi tirkî jî nizanê. Zeynepa ku heya niha bi tu zarok û neviyên xwe re bi tirkî ne axiviye û tenê bi zimanê kurdî û zazakî dizane got ku tu pêwistiya wê bi zimanê tirkî çênebûye û wiha axivî: " Her kes ji min re digot ku eger tu bi tirkî fêr nebî tu nikarî li vir bijî. Ez ji xwe bi tu dizaman dizanim. Heya vê temenê xwe ji bi tirkî ne axivime û bê zimanê tirkî jî dijim."
'Bila ew bi kurdî fêr bibin'
Zeynep destnîşan kir ku ew bi zimanê xwe heye û tu carî dev ji zimanê xwe jî bernade û ev tişt got: "Li nexweşxaneyan, di erebeyan de bi zorê bi zimanê tirkî bi me didin axaftin. Lê ez bi tirkî na axivim û fêr jî nabim. Bila ew fêrî zimanê kurdî bibin."
'Em dev ji kurdî jî Sûrê jî bernadin'
Leîsa Okat (54) jî bertek nîşanê zextên li ser zimanê kurdî û dorpêça Sûrê da û wiha axivî: "Dewletê malê me ji me stand. Lê em disa li ber xwe didin û ji Sûrê dûr nakevin. Bi salan e li ser zimanê me zext û qedexe hene lê em tu carî dev ji zimanê xwe bernadin. Sed hezar sal derbas bibe jî dê em ê bi zimanê xwe bi axivin. Îro me ji Sûrê derxistin û destûrê nadin em biçin malên xwe. Bila baş bê zanin ku çawa ligel hemû zilma û zordariyan me dev ji zimanê xwe berneda îro jî em dev jî Sûrê bernadin."
'Hewl didin ku ziman û warê me ji me bistînin'
Mevlûde Kaya jî li ser zimanê kurdî ev tişt axivî: "Ez bi zimanê tirkî baş dizanim lê bi tirkî na axivîm her tim bi zimanê kurdî diaxivim. Ji berk u zimanê kurdî zimanê zikmakî ye. Vir Kurdistan e û ez jî kurd im. Ez li ser erdê xwe bi zimanê xwe diaxivim. Dewlet zimanê me jî erdê me jî asteng dike û hewl dide ku her duyan jî ji me bitsînin."
Piroz Dereklî anî ziman ku dema ji bo xebatê diçin bajarên tirkan bi ji ber zextan nikarî bi zimanê xwe bi axivin lê dema ku tên Kurdistanê bi hêsanî bi zimane xwe diaxivin û gelek keyfxweş in.
Şîrîn Esmer jî got, "Zimanê mirovan tiştek cuda ye. Ez bi zimanê xwe diaxivim, bi zimanekî dî ez nikarim xwe biparêzim û îfade bikim. Lewra ez tu carî zimanê xwe bi zimanekî din nagorîn im."
( ho/rc)