Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Başûr hat avakirin

09:12

JINHA

SILÊMANÎ -Di 1. Konfiransa jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê de biriyara bi rêxistin kirina jinên ciwan di bin navê "rêxistina jinên ciwanên şoreşger' hate avakirin û konferans di bin dirûşmeyên "Jin Jin Jiyan Azadî" û "Bê serok jiyan nebe" bi dawî bû.

Li Silêmaniyê duh 1. Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê li Salona CDO bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan berbi civakekî demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyên ji tevahî bajarên Başûrê Kurdistanê hatîn, di saet 10:00'an de dest pê kir. Konferansê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna rizgariya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre ji aliyê delegeyan ve dîwanek 5 kesan pêk di hat ji bo rêvebirina konferansê hat hilbijartin. Piştî nirxandin û biryaran konferans bi dawî bû.

Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakûrê Kurdistanê, RJAK'ê, Koordîsyana Giştî ya Komelên Jinên Ciwan, Komela Jinên Ciwan a Mexmûr, Komîteya Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê hatin xwendin. Sînevîzyona têkîldarî çalakiyên Komeleyên Jinên Ciwan hat nîşandan. Her wiha nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan yên berê der barê azadî û têkoşîna jinan de hatîn kirin weke peyamekê hat xwendin.

Di salona konferansê de posterên Rêbrê PKK'ê Abdulah Ocalan û Jinên pêşeng yên weke Sakîne Cansiz, Leyla Suylemez, Fîdan Dogan, Pakîze Naîr, Fatme Uyar, Sêvê Demîr, Viyan soran, Destîna Qendîl yên di rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane hatiye xemilandin. Her wiha pankartên "Li hember her cureyên êrîş û tundiyên ser jinan têkoşîna azadiyê jinan pêş dixin û di rêya şehîd Ronas û şehîd Bermal de têkoşînê dikin û berxwedana Bakûr silav dikin" hatine daleqandin. Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir di konferansê de axivî û diyar kir ku di dîroka Başûrê Kurdistanê de cara yekeme konferansek wiha ji bo jinên ciwan tê lidarxistin.

Şîlanê got: "Ev konferans ji bo jinên Başûr re weke şoreşekê ye, heya niha li Başûr gelek rêxistin ji bo jinan pêkhatine, lê heya niha bi navê jinên ciwan li başûrê Kurdistanê konferansekî wiha nehatiye lidarxistin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat." Jinên Ciwan di konfensê de biryar dan ku ji niha û pê de bi navê "Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşerên Kurdistanê" kurtiya wê "Jinên Ciwan ên Têkoşer' xwe bi rêxistin bikin.

Ji bo rêveberiya Giştî ya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşerên kordînasiyonek ji 7 kesan li bajarên cûda cûda hatin hilbijartin. Wê ev deste weke koordînesyon kar bike, heya 2 salan her wiha wê deriyê xebatê ji kesên dixwazin kar bikin vekirî be û xebat ji bo avakirina meclîsek ji jinên ciwan bê kirin. Jinên Ciwan di Konferansê de Regezname(pirensîp) ji 21 xalên pêk dihat pejrandin ku bal dikişîne sertekoşîna li hemberî siyaseta sîstem û zihniyeta zilamsarî . Her wiha ji bo maf û wekheviyê asta têkoşînê xurt bikin û xwe li ser asta Iraq û Başûr bi rêxistin bikin. Ji gundan bigre heya bajaran meclîsên jinên ciwan avabikin û di asta akademiyan de perwerdeya jinên ciwan ji xwe dikin armanc.

Her wiha hat diyar kirin ku wê li hemberî sîstema sermeyedarî jinên ciwan têkoşîna xwe bikin. Jinên Ciwan paradîgma sosyalîzma demokratîk, civakekî ehlaq û politîk ji xwe re bingeh digre. Li dijî dagirkeriyê wê berxwedanê bike. Wê ji bo civakekî polîtîk û ehleq û nehiştina hemû cûre tevkujiyên çandî, siyasî û aborî têkoşînê bike û wiha tê gotin: "Heya rakirina esareta fizikî a Rêber Apo weke jinên ciwan, bi awayek aktîv her cure çalakiyan pêşdixe. Li dijî hemû êrîşên li hemmberî her çar aliyê Kurdistan û hebûna kurd re pêş dikeve re têkoşinkirinê ji xwe berpirsiyar dibîne."

Jinên Ciwan biryar da ku ala wan li ser zemînekî mor du gulên genim, şeklê jinekê û stêrkekî sor li ser, bê çêkirin.

(şb/rc)