Ji ber bi kurdî peyivî ji yurdê hat avêtin!

10:35

JINHA

AYDIN - Xwendekara zanîngehê Pinar Çetînkaya (20) li navçeyê Nazlliyê gava ku bi malbata xwe re yên ku tirkî nizanin re bi telefonê Kurdî peyiviye, bi îddîaya ku 'propagandayê terorê dike' ji yurdê ku lê dima hat avêtin. Bursa Pinarê jî hat birîn.

Li navçeya Nazlliya Aydinê xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes Pinar Çetinkaya ya 20 salî, ji ber bi malbata xwe re yên ku tirkî nizanin re bi telefonê kurdî peyiviye bi îddîaya ku 'propagandayê terorê dike' ji yurda ku lê dima hat avêtin. Li gorî agahiyan piştî bûyerê gilî hatî kirin û Pinar ji aliyê jandarmayan ve hatî binçav kirin. Piştî îfadeyê Pinarê serbest hatî berdan.

Pinara ku di 10'ê Gulanê de ji yurdê hatî avêtin û bursa wê hatî birîn got ku gava çûye tiştên xwe bigre li yurdê gotine, "Em ji kur zanin tu ne bombeyê zindiye" ew ne hêştine bikeve yurdê. Pinarê anî ziman ku li hember bûyerên pêk hatîne ew matmayî maye û got bi pêşeroja wê hatî lîstin û wiha pêde çû, "Li yurdê ji ber bi malbata xwe ên ku tirkî nizanin re bi kurdî peyivîme, hevalên min bi çavê terorîstek li min dinêrin. Berî çend heyvan di vê mijarê de nîqaşek navbera me de pêk hatibû. Piştî wê gelek tişt anîn serê min. Ez bi neheqiyên mezin re rû bi rû hatim. Bi pêşaroj û jiyana min lîstin."

(rc)