Konsera girtinê ya NÇM’ê hat qedexekirin
12:13
JINHA
STENBOL-Di çarçoveya 2. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ya ji aliyê NÇM’ê ve tê organîzekirin, wê sibê êvarê li Navenda Nîşandana Bostanciyê konsera girtinê pêk bihata. Lê Walitiya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan bi hinceta ‘ewlehiyê’ qedexe kir. Ji ber vê biryara hatiye girtin wê konsera girtinê îşev saet di 20’an de li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê pêk bê.
2. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ya ji aliyê NÇM’ê ve tê organîzekirin, îsal di navbera 7-15’ê Gulanê de pêk hat û hat plankirin ku sibê li Navenda Nîşandanê ya Bostanci bi konserekê bê bi dawîkirin. Lê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û Walitiya Stenbolê bi hinceta ewlehiyê destur neda.
Wê li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê pêk bê
NÇM’ê jî li ser vê biryarê biryar da ku konsera xwe îşev saet di 20.00’an de li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê pêk bîne.
Konser wê piştî şanoya ‘Tirsa Fuhreyê’ dest pê bike. Tê payîn wê Xêro Abbas, Hanî, Bajar, Meral Tekçî, Mem Ararat, Lawje, Şîlan Dora û Ferhad Mansurî derketin ser dîkê.
(hu)