1. Konferansa Dada Civakî ya Kantona Cizîrê bidawî bû
12:58
JINHA
RIMÊLAN- 1. Konferansa Dada Civakî ya Kantona Cizîrê bi biryarên giring bidawî bû, di konferansê de 17 endam ji bo rêveberiya meclisê hatin hilbijartin.
1. Konferansa Dada Civakî ya Kantona Cizîrê ku li navenda Aram Tîgran a Çand û Huner ya bajarê Rimêlan hatibû lidarxistin bi biryarên giring û hilbijaritna 17'e kesan ji bo meclisê bidawî bû.
Di konferansê de li ser navê TEV-DEM, Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê, Melcîsa Sûriya Demokratîk, Melcîsa Zagonsaz a Cizîrê û Meclîs Rêveber a Cizîrê axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan raporên dadgehan û komîteyên lihevanînê yên kantona Cizîrê a 4 salên derbasbûyî hatin xwendin û paşê rapor ji aliyê beşdaran hatin nirxandin. Di konferasnê de komîteyek ji 11'e kesan da ku karê û xebatên hilbijartina Endamê Meclîsa Edaleta Civakî ya nû bisekinin. Di konferasnê de 25 kesan xwe wekî namzet pêşniyar kirin, ji wan 17 kes ji bo endametiya Meclîsê hatin hilbijartin.
Di konferansê de gelek biryarên giring hatin standin û biryar wiha ne:
1-Komîteyek ji endmên akamdeyê ji bo li ser karê rêxistinî û pêşxistina sîstma Edaleta Civakî bisekine. Her wiha karê perwede û çanda mafê mirovan û gotinên qanûnî bisekene.
2-Sîstema Edaleta Civakî di herêmên rizgarkirî de bikeve meriyetê.
3-Hemû pêdiviyên saziyên Edaleta Civakî pêk bîne da ku sîstema Edaleta civakî bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe.
4-Hemû xebatkarên qada Edaleta Civakî tevlî dewreya perwerdeyê bibin, ji bo pêşxisitna bernameya perwedeyê û pêkanîna wê di hemû herêman de kar bê kirin. Bernameya perwerdê li hemû herêman bê meşandin.
5-Rewşa qada edaleta civakî û pêşketinên wê ji hemû xebatkaran re bê şîrovekirin.
6-Navenda Ragîhandinê ya qada Edaleta Civakî bê vekirin û çanda Edaletê belav bike, her wiha biryarên dadmendî yên ji dadgehê derdikevin ji xebatkaran re bêne şîrovekirin.
7-Sîstema erşîfa elkitronîk li qada dadmendî pêk were.
8- Ji bo avakirina Kargeha Cinayata ya tebet bi fehiskirin, şoptilî û tehlîlkirina eyinata pêk were.
9-Ji bo girtiyan bernameyên perwedeyê yên civakî, çandî û aborî bêne vekirin. Perwede li gorî felsefeya edaleta civakî pêk were.
10-Di nava xebatkarên qada dadê de vekirina kopertîfan bê teşwîqkirin.
Piştî dana biryaran konferans bidawî bû.
(rd/hs/rc)