Kongra Star Komîngeha Şehîd Evîn li Hesekê vekir

14:21

JINHA

HESEKÊ - Bi pêşengiya Kongra Star li Taxa Kelasê a bajarê Hesekê Komîngehek xweser bi navê Şehîd Evîn Hesekê bi merasîmek hat vekirin.

Kongra Star di çarçoveya kar û xebatên xwe de îro li Taxa Kelasê a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi tevlîbûna dehan jin 1. Komîngeha xweser a bi navê Şehîd Evîn Hesekê bi maresîmek vekir. Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bena sor ji hêla dayîka Evîn Hesekê ve hate qutkirin.

Dûvre Rêvebera Kongra Star Şêrîn Oso di merasîmê de axivî û da xuyakirin ku ev komîngeh bi aramnca perwerdekirina jinên ji hemû pêkhateyan hate vekirin û wiha domand, "Jin xwedî vîneke xurt e, dema ku hemû jin bi hev re vîna xwe derxin holê wê destkeftiyên herî bedew û watedar biafirînin. Ji bo ku ev yek jî were bidest xistin divê hemû jin li ser fikr û bingehkî azad werin perwerdekirin. Di komîngê de deweryên perwerdyên ziman, birdozî û …hwd perwedeyên ku ji bo zanistkirina jinê stûna serkeftinê be, dê werin danîn."

Xweşka Evîn Hesekê Medya Fêsel jî vekirina komîngehê li hemû jinan pîroz kir û wiha got, "Vekirina vê komîngehê gavekî pir giring e. Pêwîste di komîngehê de zansitkirina jinan û perwerdekirina wan li ser fikir û felsefeya azad a Rêber Apo be. Ji bo siberojeke azad avakirina bingeheke saxlem jî esas e. Ez bang li hemû jinan dikim ku ciyê xwe di nava perwerdeyan de bigirin, ji ber ku jineke zana ku li ser fikrekî azad bixebite dê civakekî azad jî bi xwe re biafirîne."

Merasîm bi govend û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(ee/hs/rc)