KJA: Ji tasfiyekirina îradeya jinê ya li meclîsê re ‘na’

14:32

JINHA

AMED – KJA’yê da zanîn ku rakirina destnedanan li dijî qezencên jinane, bi armanca ku gotin û îradeyê jinê li meclîsê tinebe ketiye dewrê. KJA’yê bang kir ku divê hemû jin ji guherî destura bingehîn ya têkildarî destnedanan de bêjin ‘na’.

Kongreya Jinên Azad (KJA) têkildarî kampanyaya ‘Na’ ya ku ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê dabûn destpêkirin de li Navenda Jinan a Ekîn Cerenê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Feleknaz Uca, Selma Irmak, hevşaredara bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak û dayikên aştiyê beşdar bûn. Jinan da zanîn ku wê ji qanûna têkildarî rakirina destnedanê re bêjin ‘na’ û banga xwedî derketina li îradeyê kirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Berdevka demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata metna tirkî xwend û da zanîn ku destnedan mafê gotinê yê siyasetmedarê ku hatiye hilbijartinê ye û fikr û ramanê wan dike bin ewlehiyê û got: “Ev maf ji parlamenteran wêdetir mafê gelê ku wan dişîne meclîsê ye jî.”

‘Bi girtinan bersiv dan xeta azadîxwaz a jinan’
Aylayê da zanîn hikûmeta AKP’ê bi feraseta ‘tevî gel ji bo gel’ tevdigere û daxwaz û pêşniyarên gel ji nedîtîve tê û got: “Jin ji bo ku li Tirkiye û Kurdistanê pergaleke demokratîk bê avakirin bi dehan carî bi çalakî û bernameyên xwe aniye ziman. Lê pergala serdest ya mêr bi girtin û binçavkirina bersiv da. Xistin bin zextan bi vê re jî bi xwe re têkoşîna netewe demokratîkbûnê bi xwe re anî.”

‘Pêvajoya darveyê dijwar dibe’

Aylayê di berdewamiya axaftina xwe de got jinên Kurd ji pêvajoya darbeyê ya ku hikûmeta AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd kiriye re dibêjin ‘na’. Aylayê wiha got: “HDP’ê ji bo çaresrekirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê li her qadê têkoşiya û niha di bin gefa ‘rakirina destnedanan de ye’. Tê xwestin ku li parlamentoyê bên tasfiyekirin û ev jî pêvajoya darbeyê ya li girtîgeha Îmraliyê hatiye destpêkirin dijwartir dike.”

‘Şîdet diçe meclîsê’

Aylayê bi lêv kir ku AKP’ê şîdeta ku li malê, kolanê, dibistanê, cihê kar, di binçavkirinê de û girtîgehê dikir, biriye meclîsê jî. Aylayê da zanîn ku bi taybet jî jin hedef tên girtin. Aylayê da xuyakirin ku AKP dixwaze bi rakirina destnedanan re qezencên dîrokî yên tevgera jinê û têkoşîna azadiya jinê tasfiye bike.

‘Têkoşîna du xeta’

Aylayê diyar kir ku em destnedanê wek teşeyê destavêtina jiyanê digirin dest û got: “Hemû serdemên tarî bi tasfiyekirina jinê dest pê kirine. Dixwazin jinan bê deng û bê gotin bihêlin. Lê bi berxwedana jinê hemû nêzîkatiyên desthilatdar vala hatinederxistin. Pergala serdest îro bi şîdetê hewl dide hebûna xwe biparêze. Em dikarin behsa du xetan bikin. Em jinên di xeta azadîxwaz de israr dikin li dijî konsepta şer dibêjin, dema dewleta mêr xwe li zilmê danî emê berxwedanê li xwe pêçin.”Aylayê bang kir ku divê hemû jin xwedî li îradeya xwe derkevin û li dijî vê darbeyê têkoşîna xwe bilind bikin.

‘Li Demokrasiyê darbeyek mezin’

Metna Kurdî jî nedama KJA’yê Ayşe Gokkan xwend. Piştre jî hevşaredara bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî.
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî axivî û got darbe li îradeya gel tê xistin û got divê her kes ji vê re bêjin ‘na’.

Selma Irmak jî têkîldarê mijarê wiha got," Dewlet ne tenê êrîşê parlementoyê dike her wiha êrîşê jiyana me jî dike. Wateya berxwedana me ji bo berxwedana Asiye Yuksel û Mehmet Tunç girînge. Dewlet hertim gelê kurd wek ' terorîst' îlan dike. Tirsa dewletê ji şoreş û hêz kurda ne. Îro li Tirkiyê mifta demokrasiyê gelê Kurde. Bila zanibin em ne bê hêvîne. Yê ku wijdanê wan hebe dibe wek Roja Dayika ku dayika Rozerîn gotî 'ez Roja Dayikan tenê cenaze keça xwe dixwazim tiştek din naxwazim' bibîne û vî şerî re bibejin na."

(dt/hu)